Fetwayen Kurdi
Gelo hebên bin zimên digihîjin mîdeyê û rojiyê dişikînin?

Gelo hebên bin zimên digihîjin mîdeyê û rojiyê dişikînin?

Pirs: Ma hebên bin zimên digihîjin mîdeyê û rojiyê betal dikin?

Bersiv: Hebên bin zimên (sublingual) nagihîjin mîdeyê. Mîna ku ji nav jî diyar e heb, di bin zimên de dihele û di hundirê dev de tê mêtin. Bi vî awayî tevlihevbûna wê bi xwînê re (û bandora wê) li gorî dermanên din hîn zûtir xuya dike. Ango ev derman rojiyê naşikîne.[1]



[1] Bhn. Zeki Bayraktar, “Oruçlu Hastalar İçin Bazı Tıbbi Öneriler”, Kitap ve Hikmet Dergisi, Temmuz-Eylül/Tîrmeh-Îlon 2015, jimar: 10, rp. 21.