Fetwayen Kurdi
Ma şeytan bêaqil e ku li ber Xwedê rabû?

Ma şeytan bêaqil e ku li ber Xwedê rabû?

Pirs: Ma şeytan mexlûqekî bê aqil bû ku li ber Xwedê Teala rabû? Ji vî aliyî ve divê em qiseya Adem û Îblis çawa fêhm bikin?

Bersiv: Şeytan, ne mexlûqekî bêaqil e. Ji ber ku şîn û qudreta Xwedê Teala dizanî, gava ku hate qewitandin jî jê destûr xwestiye. Di hin ayetan de tê îfadekirin ku şeytan, ji Xwedê Teala ditirse jî.

Lê belê divê meriv bala xwe bide vê yekê: Biaqilî û ku meriv aqilê xwe bikar neyine ne heman tişt in. Şeytan bi sedem ku aqlê xwe bikar neanî û piştre jî tobe nekir û bexşandina xwe nexwest, kete vê rewşê. Eger ji dêla his û hisiyatan aqlê xwe bikar bianiya û piştî şaşiya xwe tobe bikira û bexşandina xwe bixwesta îro dê ne di vî halî de ba. Haşa haşa, Xwedê Teala ne stemkar e ku wî ji rê derxe û paşê wî bide sezakirin.

Hezretî Adem jî Xwedê Teala baş nas dikir. Heta temamê tiştan Xwedê fêrî wî kiribû. Ji vî aliyî ve Xwedê, mamostetiya wî kiribû. Xwedê, tiştek bi tenê li Adem qedexe kiribû. Lê belê rabû wê qedexeya Xwedê, binpê kir. Heta vir di navbera kirina wî û ya şeytên de tu cudahitî tune ye. Yekî fermana Xwedê pêk neanî, yê din jî qedexeya Xwedê binpê kir. Ferqa di navbera wan de paşê derket holê. Şeytan, di mijara ku helwesta wî rast e înad kir, xwe mezin dêra û ji hizûra Xwedê hat qewitandin. Lê Adem, fêhm kir ku kirina wî şaş bû û pêre tobe kir û bexşandina xwe xwest; hate bexşandin jî. Ango herduyan jî çi kiribin, bi xwe kirine. Xwedê Teala di kirina vî karî de tu zordarî li wan nekiriye. Jixwe ferqa di navbera ku meriv biaqil be û aqlê xwe bikar bîne di vir de derdikeve holê.