Ma caiz e ku meriv nîkaha xwe bi dizî bibire?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Nîkaha Dînî Tarih: 09 Ağustos 2016

Pirs: Hevalekî min heye û ez jê hez dikim. Lê ji bo zewaca me, hinekî wext lazim e. Temenê me herduyan jî li dora 20’î ye. Gava em bi hev re digerin da ku em nekevin guneh, em dixwazin ku nîkaha xwe yî dînî bibirin. Lêbelê haya malbatên dê ji vê yekê tune be. Lewra dê niha destûra zewaca me, nedin.  Gelo nîkaheke wiha rast e, sehîh e?

Bersiv: Nîkah, peymaneke ku bi destûr/kontrol tê birîn û di nav gel de tê îlanakirin. Bi tu awayî bi dizî û bê kontrol nayê birîn.

Ji bo nîkaha keçê, destûra welî şert e. Di nîkahê de welî, tê wateya kontrolkirina nîkaha ku dê were birîn. Ango nîkah di bin kontrole de were birîn. Merciyê yekem ku vê kontrolê bike, malbata keçikê ye. Malbat, dê lêkolînê di heqê zava de bike, ger munasib bibîne dê destûra zewacê bide. Ev, ji bo zewacê gelekî pêwîst e û bê wê qet nabe. An jî dibe ku hûn bi tena serê xwe agahiyên tam di derbarê kesê hûn ê pê re bizewicin, bidest nexin.

Nîkaha dînî, ne nîkaheke formalîte ye ku bihevrebûna jin û mêrekî ji aliyê dînî ve meşru bidêre! Ev, bi seydayekî û bi hebûna du şahidên nas, çênabe. Nîkahên bi vî rengî ne sehîh in, rast in. Lêbelê dibe ku hin kesên vi karî bi pereyan dikin, we bixapînin û bibêjin ku ev nîkah rast e. Divê hûn li hemberî kesên wiha baldar bin.

Divê hûn rewşa xwe ji malbata xwe re bi zimanekî xweş vebêjin. Herwiha ji wan re îzah bikin û bibêjin ger hûn destûrê nedin, ez ê têkevim rewşeke teng û ji bo zewaca min hewcedarî bi riza û destûra we heye. Ger destûrê bidin, wextekî berî wextekê hûn ê nîkaha xwe bibirin, bizewicin. Ger na jî hûn ê serî li Daîra Mehrbirînê bidin, nîkaha xwe yî fermî bibirin. Ji wan herdu rêyan pê ve ji bo we tu rêyeke din xuya nake.

Wekî din jî, di roja me de ger hûn sirf nîkaha dînî bibirin, hûn ê mexdûr bibin, li derve bimînin. Siberoj gava hûn ji hev biqetin, hûn ê nikaribin doza tu mafekî bikin. Ha ji bo vê yekê an malbata we dikeve meselê an jî bi nîkaha fermî bizewicin, bi vî rengî hûn ê mafê xwe bi rêya huqûqî biparêzin.

Heta hûn bizewicin jî hewl bidin ku hûn demên bi rojî biborînin. Lewra rojîgirtin, nefsa însan terbiye dike. Di derheqê vê yekê de Pêxemberê me (s.a.w) wiha gotiye:

Gelî xortan! Qaweta we kê û zewicandinê hebe bila bizewice. Ew kesê qawet û îmkana wî ya maddî tune be, bila rojî (ya nafîle) bigire. Lewra rojî şehwetê dişikîne.”(Buxarî, Nîkah, 3; Muslim, Nîkah, 1)

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma nîkaha bê haya malbatê hatibe birîn, sehîh e/durust e? 04.05.16 910
2 Bê ku mahra fermî hebe, ma mêr dikare jina xwe vexwîne bi bal munasebeta cinsî? 31.10.16 760
3 Ma di dema Pêxemberê me de, nîkaha dînî tune bû? 24.05.16 963
4 Di meseleya nîkahê de em ê ji gotina kê bawer bikin? 01.11.16 834
5 Ma caiz e ku meriv nîkaha xwe bi dizî bibire? 09.08.16 965
6 Heke di gava birîna marê de pîrek hebe çi dibe? 07.11.16 788
7 Em hîn bûn ku nîkaha bi dizî betal e. Baş e, wê gavê divê em çi bikin? 17.08.16 990
8 Ma di marê de şahidiya Xwedê bi tenê ne kafî ye? 08.11.16 894
9 Ma kontrola nîkahê bi tenê ji bo pîrekan e? 06.10.16 775
10 Ma dibe em mara xwe bibirin da ku em nekevin gunehan? 09.11.16 926
11 Pîreka bî, ma dikare bê destûra malbata xwe bizewice? 07.10.16 842
12 Di marê de çima destûra welî şert e? 10.11.16 878
13 Mêrekî 25 salî, ma dikare yeka 46 salî re bizewice? 10.10.16 908
14 Bavê min li dijî nîkaha dînî ye. Ma dîsa jî ez ê destûrê jê bixwazim? 12.11.16 856
15 Ma nîkaha dînî li ku tê birîn? 11.10.16 823
16 Piştî salekê em ê bizewicin. Ma em dikarin nîkaha xwe bi dizî bibirin? 14.11.16 861
17 Hukmê nîkaha dînî çi ye? 29.02.16 920
18 Piştî birîna mahrê, ma şert e ku bûk û zava bi hev şa bibin? 12.10.16 800
19 Kesê nîkaha dînî dibire ma şert e ku seyda be? 15.11.16 814
20 Gelo şertên pêwîst bo nîkaha dînî, çi ne? 01.03.16 1.011
21 Ma flort, zina ye? 13.10.16 794
22 Ma şert e ku di birîna nîkahê de welî jî hazir be? 17.11.16 779
23 Berdana jinan çawa pêk tê? 02.03.16 1.030
24 Gava bi dilê malbatê jî be, ma mirov dikare bi destê hev bigire? 17.10.16 939
25 Ma mayîna keç û xortekî bi hev re di malekê de guneh e? 17.05.17 660
26 Gelo pevrebûn û zewaca duyem ya bi nîkaha dînî tiştekî rast e? 03.03.16 1.018
27 Bê hebûna nîkahê meriv nêzî yekê/yekî bibe 18.10.16 796
28 Piştî berdanê mirov kengî dikare bizewice? 23.05.17 625
29 Gelo nîkaha ku bê xebera malbatê hatibe birîn, di cih de ye? 10.03.16 1.107
30 Ma mirov dikare bi mebesta zewacê bi salan bi yekê re hevaltiyê bike? 19.10.16 811
31 Piştî birîna nîkahê gera pîrekê ya servekirî tu zirarê dide nîkahê? 24.05.17 576
32 Ma bi borina demê re nîkah betal dibe? 11.03.16 1.027
33 Ma bav dikare ji dêla keça xwe mahrê qebûl bike? 20.10.16 827
34 Zilam dikare çend caran bi yekê re nîkaha dînî bibire? 25.05.17 553
35 Ma zina nîkahê betal dike? 21.03.16 929
36 Ma “nîkaha dilan” heye? 21.10.16 727
37 Ma lazim e ku şahidên nîkahê Misilman bin? 26.05.17 611
38 Di nîkaha batil de ma divê ku meriv mehrê bide? 03.05.16 905
39 Ma mirov dikare di meha Remezanê de mahra xwe bibire? 28.10.16 808