Em hîn bûn ku nîkaha bi dizî betal e. Baş e, wê gavê divê em çi bikin?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Nîkaha Dînî Tarih: 17 Ağustos 2016

Pirs: Min nivîsa me ya di derbarê destûra welî di zewacê de xwend û di vê mijarê min xwe gelekî sûcdar his kir. Lewra min saleke berê, bê ku haya malbata min jê hebe bi dizîka bi xortekî ku min jê hez dikir, nîkaha xwe ya dînî birî. Lê belê piştî ku min nivîsên we xwendin, min nas kir ku tiştê min kiriye ne rast e. Ez nizanim ka ez ê çi bikim. Ango ez hîn jî bi mêrê xwe re dijîm. Ez nikarim ji malbata xwe re bibêjim, qet ne mumkin e; lewra li gorî wan hîn jî ji bo zewacê zû ye.  Ez niha 23’ê salî me û ji bo tevgereke rast ez li hêviya şîrovekê me ji we. Ez çi bikim, ma em jihev biqetin? Ji kerema xwe re bi lezgînî bersiva pirsa min bidin.

Bersiv: Têgihîştin û poşmaniya we ji şaşiya ku we kiriye, tirsa we ya ji Xwedê Teala nîşan dide. Ev tiştekî gelekî girîng e. Çendîn însan hene digel ku şaşiya xwe dizanin jî vê qebûl nakin. Madem hûn bi şaşiya xwe hesiyan, wê gavê divê hûn bizanibin ku dema vegera we ya ji vê şaşiyê jî hatiye.

Hûn dikarin ji yekî hez bikin. Gunehê vê yekê tune ye. Ya guneh ku bi yekî biyanî re dest di dest de bihev re bigerin, bi tena serê xwe bimînin, bi dizî nîkaha dînî bibirin û hwd.

Divê hûn rewşa xwe ji malbata xwe re bi zimanekî xweş vebêjin. Herwiha ji wan re îzah bikin û bibêjin ger hûn destûrê nedin, ez ê têkevim rewşeke teng û ji bo zewaca min hewcedarî bi riza û destûra we heye. Ger destûrê bidin, wextekî berî wextekê hûn ê nîkaha xwe bibirin, bizewicin. Ger na jî hûn ê serî li Daîra Mehrbirînê bidin, nîkaha xwe yî fermî bibirin. Ji wan herdu rêyan pê ve ji bo we tu rêyeke din xuya nake.

Wekî din jî, di roja me de ger hûn sirf nîkaha dînî bibirin, hûn ê mexdûr bibin, li derve bimînin. Siberoj gava hûn ji hev biqetin, hûn ê nikaribin doza tu mafekî bikin. Ha ji bo vê yekê an malbata we dikeve meselê an jî bi nîkaha fermî bizewicin, bi vî rengî hûn ê mafê xwe bi rêya huqûqî biparêzin.

Heta hûn bizewicin jî hewl bidin ku hûn demên bi rojî biborînin. Lewra rojîgirtin, nefsa însan terbiye dike. Di derheqê vê yekê de Pêxemberê me (s.a.w) wiha gotiye:

Gelî xortan! Qaweta we kê û zewicandinê hebe bila bizewice. Ew kesê qawet û îmkana wî ya maddî tune be, bila rojî (ya nafîle) bigire. Lewra rojî şehwetê dişikîne.”(Buxarî, Nîkah, 3; Muslim, Nîkah, 1)

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Em hîn bûn ku nîkaha bi dizî betal e. Baş e, wê gavê divê em çi bikin? 17.08.16 1.100
2 Ma di marê de şahidiya Xwedê bi tenê ne kafî ye? 08.11.16 988
3 Ma kontrola nîkahê bi tenê ji bo pîrekan e? 06.10.16 832
4 Ma dibe em mara xwe bibirin da ku em nekevin gunehan? 09.11.16 1.022
5 Pîreka bî, ma dikare bê destûra malbata xwe bizewice? 07.10.16 930
6 Di marê de çima destûra welî şert e? 10.11.16 978
7 Mêrekî 25 salî, ma dikare yeka 46 salî re bizewice? 10.10.16 1.009
8 Bavê min li dijî nîkaha dînî ye. Ma dîsa jî ez ê destûrê jê bixwazim? 12.11.16 939
9 Ma nîkaha dînî li ku tê birîn? 11.10.16 901
10 Piştî salekê em ê bizewicin. Ma em dikarin nîkaha xwe bi dizî bibirin? 14.11.16 923
11 Hukmê nîkaha dînî çi ye? 29.02.16 990
12 Piştî birîna mahrê, ma şert e ku bûk û zava bi hev şa bibin? 12.10.16 893
13 Kesê nîkaha dînî dibire ma şert e ku seyda be? 15.11.16 893
14 Gelo şertên pêwîst bo nîkaha dînî, çi ne? 01.03.16 1.103
15 Ma flort, zina ye? 13.10.16 880
16 Ma şert e ku di birîna nîkahê de welî jî hazir be? 17.11.16 893
17 Berdana jinan çawa pêk tê? 02.03.16 1.119
18 Gava bi dilê malbatê jî be, ma mirov dikare bi destê hev bigire? 17.10.16 1.002
19 Ma mayîna keç û xortekî bi hev re di malekê de guneh e? 17.05.17 743
20 Gelo pevrebûn û zewaca duyem ya bi nîkaha dînî tiştekî rast e? 03.03.16 1.120
21 Bê hebûna nîkahê meriv nêzî yekê/yekî bibe 18.10.16 922
22 Piştî berdanê mirov kengî dikare bizewice? 23.05.17 741
23 Gelo nîkaha ku bê xebera malbatê hatibe birîn, di cih de ye? 10.03.16 1.225
24 Ma mirov dikare bi mebesta zewacê bi salan bi yekê re hevaltiyê bike? 19.10.16 889
25 Piştî birîna nîkahê gera pîrekê ya servekirî tu zirarê dide nîkahê? 24.05.17 673
26 Ma bi borina demê re nîkah betal dibe? 11.03.16 1.089
27 Ma bav dikare ji dêla keça xwe mahrê qebûl bike? 20.10.16 884
28 Zilam dikare çend caran bi yekê re nîkaha dînî bibire? 25.05.17 663
29 Ma zina nîkahê betal dike? 21.03.16 993
30 Ma “nîkaha dilan” heye? 21.10.16 808
31 Ma lazim e ku şahidên nîkahê Misilman bin? 26.05.17 710
32 Di nîkaha batil de ma divê ku meriv mehrê bide? 03.05.16 982
33 Ma mirov dikare di meha Remezanê de mahra xwe bibire? 28.10.16 918
34 Ma nîkaha bê haya malbatê hatibe birîn, sehîh e/durust e? 04.05.16 978
35 Bê ku mahra fermî hebe, ma mêr dikare jina xwe vexwîne bi bal munasebeta cinsî? 31.10.16 827
36 Ma di dema Pêxemberê me de, nîkaha dînî tune bû? 24.05.16 1.038
37 Di meseleya nîkahê de em ê ji gotina kê bawer bikin? 01.11.16 937
38 Ma caiz e ku meriv nîkaha xwe bi dizî bibire? 09.08.16 1.059
39 Heke di gava birîna marê de pîrek hebe çi dibe? 07.11.16 871