Fetwayen Kurdi
Ma di wextê limêja înê de kirîna tiştekî ji kantîna dibistanê caiz e?

Ma di wextê limêja înê de kirîna tiştekî ji kantîna dibistanê caiz e?

Pirs: Ma di wexta limêja înê de helal e ku mirov ji kantîna dibistanê tiştekî bikire yan na? Firoşkerên kantînê zilam in; lê belê ji xwe limêj nakin. Dibêjin ku “Rêz û hurmeta me ji nerîna herkesî re heye; encax em limêj nakin û di dema limêja înê de em malên xwe difiroşin.” Îro li dibistanê li ser vê bûyerê pir nîqaş hatin kirin. Ez dixwazim hîn bibim bê ev muamele mekrûh e yan jî teqez heram e?

Bersiv: Kesên ku limêja înê li wan ferz e, ger tu sedem û uzrekî wan î birastî tune be, çûna limêja înê li ser wan ferz e. Encax, kesên dema herin limêjê îhtimala ku ewlehiya civakê dê bikeve xeterê ji leşker, polis, xebatkarên agirkujiyê, notirwan/xebatkarên ewlehiyê yên hin saziyan û hwd. û kesên li cihên biçûk ên ku limêja înê lê nayê kirin dijîn, ne ferz e ku herin limêja înê.

Mamoste û xwendekarên ku ne bi xwestina wan belbî ji mecbûrî dersên wan dikevin wexta limêja înê, mirov dikare wan jî têxe bin vê beşê û bibêja ku heman hukum ji wan jî re heye.

Ji ber vê yêkê ne heram e ku xwendekar di wexta limêja înê de ji kantîna dibistanê tiştekî bikirin. Encax xebatkarên kantînê, eger ji yên ku limêja înê li wan ferz e bin, heram e ku di wexta limêjê de tiştekî bifiroşin.

Prof. Dr. Servet Bayındır