Fetwayen Kurdi
Xaniyê ku hêj temelê wê jî nehatiye avêtin, gelo caiz e ku meriv jê qatekî bikire?

Xaniyê ku hêj temelê wê jî nehatiye avêtin, gelo caiz e ku meriv jê qatekî bikire?

Pirs: Beriya destpêkirina avahiyê, kirîn û firotina daîreyan caiz e yan na? Bînaya ku me temel û esasê wê jî nedîtiye, em daîreyan jê dikirin. Kirîna tiştên ne li holê, gelo caiz e yan na?

Bersiv: Eger hemî taybetmendiyên xeyrîmenqûlan di projeyê de bi awayekî ku nebe sedem ji bo neheqî û nelihevkirinê were tesbîtkirin, di çarçoveya “îstisna‘ê” de muameleyek wiha caiz e.

“Îstisna‘, ‘eqda ango peymana sparîşkirinê ye. Peymana, ji bo hilberîna malekî, bi çêker/hilberîner re ye.

Dema mirov bedêla tiştekî bi temamî yan jî qismekî jê beriya teslîmgirtinê yan jî hilberîna malekî ku dê di pêş de bê çêkirin bide, bihayê wî malî nisbeten erzan dike. Malekî ku pêşin bi 100 lîreyî be, bi deyn bi 110’an be, di halê ku mirov berê bi du mehan temamê bedêla wî bide, dibe ku bibe bi 90 lîreyî. Di vir de ji ber ku malek tê kirîn, mirov nikare behsa muameleyek bi faîz bike. Belbî ev, rêyeke ji bo bidestxistina sermayekî bê faîz.”[1]



[1] Abdülaziz Bayındır, Ticaret ve Faiz, Weşanên Weqfa Suleymaniye, Stenbol 2007, rp. 145-146.