Fetwayen Kurdi
Qezenckirina pereyan bi rêya serîlêdana malperan, helal e?

Qezenckirina pereyan bi rêya serîlêdana malperan, helal e?

Pirs: Ma qezenckirina pereyan ji înternetê bi vî awayî heram e: Bi serîlêdanê, puan bi pereyan tên guhertin. Li ser meselê: Peyamek elektironîk/e-mail tê hinartin, mirov dixwîne, beşdarî lêpirsîn/anketan dibe, linkên ku dide mirov wan ziyaret dike û puanan berhev dike piştre mirov wan bi pereyan diguherîne. Malper, ji nisbet û paya reklamê parekî dide mirov. Dema mirov serî li malperên peyman bi wan re hatiye çêkirin dide, reklam qezenc dike /bi ser dikeve û beşekî jê dide meriv. Ma qezenckirina pereyan bi vî awayî caiz e yan na?

Bersiv: Şirket, reklamên xwe didin malperên ku ji aliyê însanan ve pir tên ziyaretkirin. Xwediyên malperan li gorî lêdana pirbûna serdanan, pere ji şirketan distînin. Piştre, xwediyên malperan ji we re peyamên elektironîk dişînin da ku hûn serî lê bidin, eger hûn ziyaret bikin dê puan derbasî hesabê we bibin û hûn jî ziyaret dikin. Bi vî awayî, reklama şirketê pir tê ziyaretkirin. Xwediyê malperê jî ji pereyên ku qezenc kiriye puanan dide we.

Ev sîstem, sîstemeke ku tê de xapandina şirketa ku reklam daye, heye. Ji ber vê yêkê ne caiz e ku hûn di vê sîstemê de cih bigirin û di hundirê vê çerxê de bigerin.

Di dînê me de “Ne zirar dîtin û ne jî zirar dayin heye.”[1]

Xwedê Teala wiha ferman dike:

Gelî bawermendan! Di navbera xwe de malên hev bi neheqî nexwin, lê belê ji bazirganiyeke ku we bi dilê xwe li hev kiribe hûn dikarin bixwin. Xwe nekujin; Bêguman Xwedê teqez ji bo we pir birehm e.”[2]



[1] Ehmed kurê Henbel, Musned, 1/313.

[2] Nîsa, 4/29.