Fetwayen Kurdi
Gelo hikmetê pîreka ku hatiye berdan sê paqijiyan disekine çi ye?

Gelo hikmetê pîreka ku hatiye berdan sê paqijiyan disekine çi ye?

Pirs: Em dizanin ku piştî berdanê sebebê esasî ji bo sekna pîrekê, da ku mirov bi hemla wê bizanibe. Ango bi heml e yan na. Di roja me de ‘ilmê bijîşkê di hundirê 15 rojan de bi rêya tehlîlên xwîn û îdrarê dikare tesbît bike. Ji ber vê yêkê gelo ne lazim e ku mirov dema ‘ideyê jî daxe 15 rojan?

Bersiv: Di ayetên bi mijara telaqê re têkildar in[1] fermana ku mudeyê berdana yekem û duyem, sê qur’ ango sê demên paqijiyê ne, hatiye dayin. Ayetên di sûreyê Telaq de ne wiha ne:

Ey Pêxember! Gava hûn bixwazin jinan berdin, wan di dema paqijiya wan de berdin û ‘ideyê wan bijimêrin. Ji Perwerdegarê xwe Xwedê bitirsin. Ji bilî ku ew fehşîtiyeke aşkere bikin, wan ji xaniyên wan dernexin û bila ew bi xwe jî dernekevin. Ev tixûbên Xwedê ne. Kî tixûbên Xwedê derbas bike, birastî wî li xwe stemkarî kiriye. Tu nizanî; dibe ku piştî berdana jinan, Xwedê rewşeke din derxe holê.

Dema ew hatin dawiya ‘ideyê xwe, vêca ya bi me‘rûfê[2] li wan vegerin an jî bi me‘rûfê ji wan cuda bibin (û wan berdin). Ji nav xwe du kesên adil, bikin şahid û bila ji bo Xwedê, şahdeyiyê bidin.

Ha ev, ji bo wî kesê ku bi Xwedê û roja axretê bawerî tîne, şîret e. Kî biryar û hukmên Xwedê biparêze, Xwedê dê rêyekê jê re veke.

Bi awayekî ku hizir nedikir dê rizqê wî bidê. Kî xwe bispêre Xwedê vêca Ew besî wî ye. Bêguman Xweda fermana xwe bi cih tîne, Xwedê ji bo her tiştî endazek daniye.[3]

Ji bo kesê ku bixwaze pîreka xwe berde, mirov dikare van pîvanên ku li jor derbas bûn, wiha rêz bike:

1. Divê ku berdan di hundirê ‘ideyê de be. Ango pîrek ne di heyza de be û eger paqij be jî divê ku di wê paqijiyê de pê re ranezabe.

Lewra di dema heyzê de jin dikeve hin tengasî û zehmetiyan û ji ber ku mêrê wê nikare pê re têkeve munasebeta cinsî, zilam jî bêhuzûr dibe û bi rihetî dikare jina xwe berde.

Zilamê ku di dema paqijiyê de bi jina xwe razabe, ji ber ku ji aliyê cinsî ve gihaştiye armanca xwe, dîsa bi rihetî dikare jina xwe berde. Di herdu rewşan de jî neduristiya berdaneke wiha, tiştekî xwezayî ye.

2. Divê ku zilam ‘ideyê bijimêre. Jimartina rojên ku pîreka berdayî dê di malê derbas bike, tê mena ku zilam bi wê re di wê demê de ji nêz ve eleqedar bibe.

3. Divê ku pîrekê ji mala wê dernexe. Lewra jin û mêr di nêzî sê mehên ku dê bi hev re derbas bikin, dibe ku bi awayekî li hev bikin. Eger li hev nekin tê mena ku pirsgirêka di navbera wan de mezin e.

4. Divê ku pîrek jî ji mal dernekeve. Lewra dema pîrek dev ji malê berde û derkeve, dê jihev sar bibin û lihevhatina wan bêhtir zehmet dibe.

5. Mêr, di hundirê vê demê de yan jî piştî wê, divê ku ya bi başî lê vegere yan jî bi başî dev jê berde. Lewra zewaca bi zorê nameşe û dê zirarê bide malbatê. Eger li gorî me‘rûfê bi xweşî û başiyê jihev biqetin, piştre bi nîkaheke din dîsa dikarin bi hev re bizewicin.

6. Çi di dema berdanê de çi jî di dema vegerê de û çi jî di dema jihevqetandinê de divê ku du kesan şahid bigirin.

Bi vî awayî misilmanên ku bi meseleyê agahdar bibin, li gorî ayeta 35’an ji sûreyê Nîsa, ji bo lihevanîna wan an jî dîtina rêyên lihevanînê ji malbata zilam û pîrekê du şandeyan bişînin. Ev karên ha, da ku mêr, jina xwe carekê bernede.

Çawa ku tê dîtin ‘ide, ne ji bo tesbîta hemlê ye. Belbî ji bo baş bê tesbîtkirin bê ka mêr û jin dikarin jiyana xwe bi hev re bidomînin an na. Eger ne wiha bûna, ji bo tesbîta hemlê derbasbûna heyzekê kafî bû. Ji vê bonê ye ku pîreka îhtimala wê ya hemlê tune ye jî ‘ide dikişîne. Ayeta têkildar wiha ye:

Ew jinên ku ji xwîna heyzê bêhêvî bûne û ew ên ku xwîna heyzê nabînin, eger hûn di heqê wan de ketin gumanê, ‘ideyê wan sê meh e. Ew ên ku bi hemle ne ‘ideyê wan bi danîna barê wan, xelas dibe. Kî biryar û hukmên Xwedê biparêze, Xwedê dê karê wî jê re hêsan bike.”[4]

Ji vê bonê ne pêkan e ku zemanê ‘ideyê dakeve binê demên ku di vê ayetê de hatiye aşkerekirin.



[1] Talaq, 65/1-2; Beqere, 2/228-229.

[2] Mena me‘rûfê; tiştê me‘lûm û tê zanîn e. Ev zanebûn ya ji ‘urf û adetan an jî ji Qur’an û Sunete Pêxember (s.a.v) tê bidestxistin. Eger ji ‘urf û adetan hatibe bidestxistin divê ne li dijî Qur’an û Sunetê be. Zanebûnek wiha dîn û ‘eql, wê baş û rast didêrin.

[3] Telaq, 65/1-3.

[4] Telaq, 65/4.