Fetwayen Kurdi
Ma rast e ku pîreka mêrê wê miriye, heta ‘ideyê wê neqede nikare ji mala xwe derkeve?

Ma rast e ku pîreka mêrê wê miriye, heta ‘ideyê wê neqede nikare ji mala xwe derkeve?

Pirs: Eqrebayekî min deh roj berê di qezayekê de wefat kir. Pîrekek hatiye mala wan û ji jina mirî re gotiye ku heta çar meh û deh rojan bi tu awayî tu nikarî ji mal derkevî û ev emr û fermana Xwedê Teala ye. Gelo ev tiştê ku hatiye gotin rast e yan na?

Bersiv: Di derbarê mijara pîrekên ku mêrê wan mirine Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ew ên ku ji we dimirin û li pey xwe jinan dihêlin, ew (jin) dê bi xwe çar meh û deh rojan bisekinin. Gava dema xwe ya xwegirtinê temam kirin, di tiştê ku li gorî me‘rûfê di derheqê xwe de kirine, li ser we tu guneh tune ye. Xwedê ji karên ku hûn dikin agahdar e.”[1]

Li gorî vê ayetê, pîrekên ku mêrê wan miribe divê ku çar meh û deh rojan ‘ideyê xwe bikişînin. Beriya derbasbûn û xelasbûna dema ‘iddê, pîrek nikare bi kesekî re bizewice. Qedexe sirf bi vê yekê re girêdayî ye, ji bilî zewacê tu qedexeyeke din tune ye.

Pîrekên ku di dema ‘ideyê de nikarin ji malên xwe derkevin, pîrekên ku ji aliyê mêrê xwe ve hatine berdan. Ew jî -ku dev ji mala xwe bernedin- ne ku bi tu awayî ji mal dernakevin. Yanî di dema ‘ideyê xwe de ji bo temîn û dîtina kîjan îhtiyaciyan dibe bila bibe, dikarin ji malê derkevin.



[1] Beqere, 2/234.