Fetwayen Kurdi
Ziyareta qebran divê çawa be?

Ziyareta qebran divê çawa be?

Pirs: Serdana goran divê çawa be?

Bersiv: Qasidê Xwedê (s.a.w), qewîtî li me kiriye ku em biçin ziyaerta goran û gotiye ku: “Biçin serdana goran. Lewra ew ê axretê bi bîra we bîne.” (Îbn Mace, Cenaiz, 47). Di ziyareta gor û turbeyan de divê mirov xwe ji hal û hereketên ku li dijî rastiya tewhîdê ne û ji aliyê baweriyê ve jî bi zirar û ziyan in, dûr bigire. Dînê me ji bo vê yekê, hin pîvan diyar kirine. Li gorî vê, di serdana goristan û turbeyan de divê ku mirov xwe ji van tiştên li jêr biparêze:

1- Mirov, kesên di gorê de razayî ne, heyînên di ser benîbeşer re bibîne,  bibêje ku ev kesên han “dostên Xwedê ne, gotina wan ji hafa Xwedê venagere, Xwedê gotina van kesan vala venagerîne” û hwd. û wan di navbera xwe û Xwedê de bike navgîn,

2- Van ziyaretan, herwekî ku peywireke olî be bibîne,

3- Girêdana paçik û kincikan, vêxistina mûman,

4- Nezirkirina qurbanan ji bo turbe û yên tê de razayî ne,

5- Serjêkirina goriyan li ser wan,

6- Xwestina alîkariyê ji wan bi belavkirina şekir û hwd. ji tiştên xwarinê,

7- Giriyê bi deng li ber serê mirî,

8- Maçîkirina kevir û hesinên li derdora gorê, bi girî wan hembêz bike.

Tiştên bi vî rengî bi tu awayî ew û Îslam a ku dînê tewhîdê ye li hev nakin. Hêvî û daxwaziya hin tiştan ji miriyan, “şirk e”. Şirk jî gunehê ku Xwedê Teala daxuyandiye ku tu carî nabexşîne. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Bêguman Xwedê şirkê nabexşîne, ji bilî vê ji bo kesê ku bexşandin heq kiribe, wî dibexşîne. Kî jî ji Xwedê re hevpişkan çêbike, vêca birastî ew bi şaşiyeke dûr ji rê ketiye.”[1]

 Kesê ziyareta goristanê dike, divê ku axretê bîne bîra xwe, bifikire ku dinya ne ya mayinê ye û ew ê jî rojekê bimire. Gava were nik gorê jî dikare bi vî awayî dua bike: “Gelî bawermendên ku şêniyên vî warî ne! Selam li ser we be. Xwedê hez bike, em ê jî tevlî we bibin. Xwedê, li me û we ji sax û miriyan qenciyê bike. Ji bo xwe û we, em xweşiyê ji Xwedê dixwazin. Xwedêyo! Rehma xwe li wan bike, wan bibexşîne, wan têxe bihuşta xwe.”



[1] Nîsa, 4/116.