Fetwayen Kurdi
Ma divê em hedîsa “Ê ku bi pîreka xwe re herî rind tev digere, ez im” çawa fêhm bikin?

Ma divê em hedîsa “Ê ku bi pîreka xwe re herî rind tev digere, ez im” çawa fêhm bikin?

Pirs: Di hedîseke ku Sunena Nesaî de dibore, Pêxemberê me wiha kerem kiriye: “Muslumanê herî rind, yê ku bi pîreka xwe re xweş tev digere. Di we de yê ku bi pîreka xwe re herî rind tev digere, ez im.” Gelo di vê hedîsê de Pêxemberê me xwestiye ku bibêje yê bi jina xwe re herî baş muamele dike ez im, an jî xwestiye umûmî behs bike? Ma hûn dikarin vê hedîsê rave bikin?

BersivPêxember (s.a.w) di her mijarê de bo me numûne û mînak e. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Birastî ji bo we, di Resûlê Xwedê de ji bo wî kesê ku (qenciya) Xwedê û roja axretê hêvî dike û zikrê Xwedê jî pir dike, mînak û nimûneyeke spehî û kamil heye.”[1]

Dema em hedîsa ku we behsa wê kir bi vê ayetê re binirxînin, derdikeve holê ku Pêxemberê me, di tevgera bi jinan re jî mînaka herî baş e, bo me. Pêxemberê me, bi vê hedîsê hemî misilman qesd kirine, lê di heman gavê de herwekî ku gotibe “tevgera rind a bi jinan re ji min hîn bibin.”



[1] Ehzab, 33/21.