Fetwayen Kurdi
Ma caiz e ku meriv krêdiyên teşwîqê yên ku dewlet dide, bigire?

Ma caiz e ku meriv krêdiyên teşwîqê yên ku dewlet dide, bigire?

Pirs: Ma meriv dikare krêdiyên teşwîqê yên ku dewlet dide bigire?

Bersiv: Krêdiyên teşwîqê yên ku dewlet dide, da ku hemwelatiyan teşwîqî veberhênên ku hewcedariya welat pê heye û berê wan bide hin çalakiyên bazirganî û ticaretê, tên vekirin. Dema di cihê xwe de û bi awayekî rind werin xebitandin, dewlet dê faydeyê jê bidest bixe. Di vir de dewlet, ji kesê ku krêdiyê bikar tîne, ne di hêviya tu berjewendiyekê ye. Nirxa ku bi deyn daye û ya ku digire, ya wekhev in an jî kêmtir e. Li ser meselê dewlet sed hezarî bi awayê krêdiya teşwîqê dide û piştre wî bi şeklê sed hezarî jê bigire, di roja me yî îroyîn de ji ber berdewamî û kronîkbûna enflasyonê ev sed hezar lîre ji deynê ku hatiye girtin nirxê wê yî kirînê hîn kêmtir e û ferqa ku di navbera herduyan de herwekî ji aliyê dewletê ve hatibe bexşandin tê hesabkirin.  Hin caran di binê rêjeya enflasyonê faiz tê girtin. Di vê rewşê de jî tiştê ku tê dayin, dîsa jî nirxê wê ji yê deynê ku hatiye stendin hindiktir e.

Kara dewletê di vir de, derfetdayina ji bo kirina hin veberhênên ku di lehê gişkî de ne, vebûna qadên xebatê yên nû  ji bo xebatkaran û bi sebeb bidestxistina bacan çi yekser çi jî nerasterast ji her kesî re dê bi fayde be. Krêdiya bi van şert û mercan were dayin, dibe ku deynê bê faîz ango qerzê hesen were jimartin. Lewra aliyê ku deyn dide, tu faydeyekê ji deyn bidest naxe. Di encamê de gava zêdetir ji ya ku dayiye şert nedêre, meriv dikare krêdiyên teşwîqê yên dewletê, bigire.

Veberhênan, karekî zehmet û xeternak e. Îxracat jî wiha ye. Hewcedariya gişkî bi herduyan jî heye. Teşwîqa dewletê ji bo karên wiha, di şertên me yî îroyîn de girîng e. Lê belê xebat û îxracatên ku di şert û mercên munasib de tên kirin, dê karên mezin bidin. Ji ber vê yekê divê ku kes û saziyên ku di van krêdiyan de serfiraz bûne û qezenc bidest xistine, li hemberî miletê ku di wî warî de ji wan re bûne alîkar û dewleta ku li ser navê wan tev digere, erka xwe pêk bînin. Erka yekemîn, ji ber nirxa pere ya ku daketiye, malê gişkî yê ku ketiye zimeta wî, divê ku dîsa bi awayekî li milet vegere. Mesela sed hezar lîre teşwîq girtiye û di roja ku girtiye, dikir kîlo û nîv zêr, lê piştre bi tenê nirxek biqasî kîloyek zêr dabe, divê nîv kilo zêrê milet yê ku ketibû zimeta wî dîsa li wan vegerîne.  Meriv dikare bi rêya alîkariya hewcedaran, desteka bo saziyên hîndekariyê û hwd. vî meblaxî li milet vegerîne. Baca ku bo dewletê tê dayin jî meriv dikare li ser vî meblaxî bijimêre.