Fetwayen Kurdi
Ma kontrola nîkahê bi tenê ji bo pîrekan e?

Ma kontrola nîkahê bi tenê ji bo pîrekan e?

Pirs: Zewaca duyem bi dizî tê kirin. Jinê li wir bihêle, heta haya hevalên mêr jî jê çênabe. Di vê rewşê de, ma kontrola nîkahê bi tenê ji bo jinan heye, ji meran re tune ye? Gava ji bo zilaman jî kontrol tune be, ev dibe sebebê hin pirsgirêkên din. Zilamê ku tê keçekê dixwaze, dê çawa were zanîn bê ka ezeb e yan zewicandî ye?

Bersiv: Kontrol ne ji bo pîrekê, belbî ji bo zilamê ku dê bizewice tê kirin. Ji ber ku welî/mezinê keçikê dê vê erkê pêk bîne, diyar e ku pîrek nikare karê kontrolê bike.

Weliyê pîrekê, nabe ku neberpirs be bi awayê ku nizanibe zilamê ku destê merivantiyê dirêjî wan kiriye, bê ka ezeb e yan jî zewicandî ye.

Pirsgirêka ku we anî ziman, bi sebeb ku hîn pergala kontrolê tam cihê xwe negirtiye, derdikeve holê.