Di kîjan halan de lazim e ku mêr, mehrê bide pîrekê?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Telaq Tarih: 24 Ocak 2014

Pirs: Nîkaha dînî hatiye birîn, encax têkilatiya cinsî çênebûye. Xwestin, nîşan û nîkaha resmî jî nehatiye kirin. Di rewşeke wiha de ma mehr tê vegerandin an jî ku nehatibe dayin divê ku mirov mehrê bide yan na?

Bersiv: Di nîkaheke wiha de eger xeber û destûra malbata keçikê jê tune be (û têkilatiya cinsî jî çênebûbe) ji ber ku nabe nîkah, mehr jî ne lazim e. Lê belê eger nîkah bi destûra malbata keçikê hatibe birîn û mehr hatibe tesbîtkirin, her çiqas nîkaha resmî nehatibe kirin jî divê ku hûn nîvê wê mehrê bidin keçikê. Beriya tesbîta mehrê eger keçik hatibe berdan, tiştekî ku wê jê îstifade bike, divê ku hûn bidinê.

Ayetên têkildar wiha ne:

Eger, hîn ku we dest nedabe wan an jî we mehra wan diyar nekiribe, hûn jinan berdin, li ser we tu guneh tune ye. Tiştekî ku jê istifade bikin, bidin wan. Ê destfireh bila li gorî halê xwe û yê desteng jî li gorî halê xwe, dayineke li gorî me‘rûfê, bide wan. Ev, li ser qencîkaran deynek e.

Eger beriya ku hûn biçine nivîna wan hûn wan berdin û we mehra wan diyar kiribe, wê çaxê hûn ê nîvê mehra diyarkirî bidin wan. Lê belê eger jin li mehra xwe bibore, yan jî ew ê (mêrê) ku peymana nîkahê di destê wî de ye lê bibore, ew tiştekî din e. (Gelî mêran) Eger hûn lê biborin, ew bêhtir nêzî teqwayê ye. Di navbera xwe de qencîkariyê ji bîr mekin! Bêguman Xwedê, bi ya ku hûn dikin bîner e.”[1]



[1] Beqere, 2/236-237.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma berdana bi sê telaqan çawa çêdibe? 24.01.14 1.468
2 Ma şertên ku ji bo jinberdanê pêwîst in çi ne? 24.01.14 1.427
3 Dema pîrek doza berdanê veke, malê wan dê çawa were parvekirin? 24.01.14 1.587
4 Berdana ku ne li gorî ayetên pêşî ji sûreyê Telaq be, gelo durist e yan na? 24.01.14 1.530
5 Ma meriv dikare di hundirê ‘ideyê de jina xwe cara duyem berde? 24.01.14 1.493
6 Lîstina pîreka bi mêr li hember zilamên biyanî, ma dibe sedem ji bo xerabûna nîkaha wê? 24.01.14 1.555
7 Dema şahid tune bin, gelo telaq pêk tê yan na? 24.01.14 1.446
8 Gelo mehr ji pîreka ku berî zîfafê hatibe berdan re heye? 24.01.14 1.281
9 Ma vekirina cihên mehrem tu bandorê li nîkaha pîrekê dike? 24.01.14 1.419
10 Ma di berdanê de şahid, di dema telaq yan dema tefrîqê de tên girtin? 24.01.14 1.632
11 Berdana berî zîfafê 24.01.14 1.571
12 Eger mêr angaşt bike ku pîreka wî zina kiriye, divê çi bike? 24.01.14 1.536
13 Ji bo lihevanîna mêr û jinê, meriv kengî dikeve dewrê? 24.01.14 1.480
14 Ma pîreka ku piştî nîkah û xelweta sehîh e hatibe berdan, mehr jê re dikeve yan na? 24.01.14 1.516
15 Di huqûqa Îslamê de nefeqe û pêdiviyên zarokan li ser kê ye? 24.01.14 1.551
16 Di berdana beriya zîfafê de, gelo dîsa jî şert e ku di hizûra du şahidan de pêk were? 24.01.14 1.480
17 Di kîjan rewşan de pîrek dikare doza berdanê li mêrê xwe veke? 24.01.14 1.464
18 Mena bêjeya ‘idde çi ye? 24.01.14 1.490
19 Di kîjan halan de lazim e ku mêr, mehrê bide pîrekê? 24.01.14 1.585
20 Pîreka ku hatiye berdan, kengî dikare bi yekî din re bizewice? 24.01.14 1.404
21 Ma li gorî Qur’anê, berdana bi şert durist e yan na? 24.01.14 1.320
22 Gelo hikmetê pîreka ku hatiye berdan sê paqijiyan disekine çi ye? 24.01.14 1.475
23 Berdana di gava hêrsbûnê de, gelo pêk tê yan na? 24.01.14 1.542
24 Pîreka ku di dema ‘ideyê xwe ji mal derkeve, gelo hatiye berdan an na? 24.01.14 1.568
25 Ma mafê pîrekê heye ku xwe berde? 24.01.14 1.575
26 Dema meriv pîreka xwe ya berdayî ji malê derxe, telaq pêk tê? Ma ev jî ne fermana Xwedê ye? 24.01.14 1.455
27 Ma pîrek dikare mafê xweberdanê ji mêrê xwe bigire? 24.01.14 1.574
28 Piştî berdana pîrekê dema meriv li jina xwe vegere, ma divê ku nîkaheke nû were birîn? 24.01.14 1.516
29 Ma pîrek dikare doza berdanê li zilamê ku li mala xwe ne miqate ye û erka xwe ya mêrantiyê neyîne cih, bike? 24.01.14 1.517
30 Ma rast e ku pîreka mêrê wê miriye, heta ‘ideyê wê neqede nikare ji mala xwe derkeve? 24.01.14 1.637
31 Di meseleya îftidayê de, gelo çima pîrek divê ku mehrê li mêrê xwe vegerîne? 24.01.14 1.429
32 Gelo ‘ideyê pîreka ku cara sêyem hatibe berdan, çiqas e? 24.01.14 1.568
33 Pîreka ku bi rêya îftidayê ji mêrê xwe qetiya be, ma dikare dîsa pê re bizewice? 24.01.14 1.524
34 Mêr û jina ku dev ji hev berdin, dê parvekirina mal di navbera wan de çawa bê kirin? 24.01.14 1.452
35 Berdaneke rast û durist divê ku çawa be? 24.01.14 1.366
36 Gelo pîrek, bi gotina mêrê wê “min tu berdayî”, tê berdan na na? 24.01.14 1.486
37 Hukmê berdana formalite çi ye? 24.01.14 1.511