Fetwayen Kurdi
Di kîjan rewşan de pîrek dikare doza berdanê li mêrê xwe veke?

Di kîjan rewşan de pîrek dikare doza berdanê li mêrê xwe veke?

Pirs: Zewaca min heft mehan dewam kir û bi berdanê dawî bû. Min mehra xwe nedayê û heçî tiştên ku min ji eşya, xeml û xişran dabûyê jî min jê stendin. Di vê kirinê de min xwe nespart tu delîkeke ‘ilmî. Bi îfadeyek din, ev helwesta min, bi halê min ê derûnî yê wê demê bû. Sebebê ku me dev jihev berda, ez pê hesiyam ku mêrê min bi dizî ji xwe re dostikek girtiye. Mêrê min digot ku em hevalên hev in û bersivên ne li gorî hev didan. Birastî ya min jî tu delîleke min î teqez tune bû. Yanî ez ne bûm şahidê meseleyê, sirf min jê guman dikir. Me doz vekir û em jihev qetiyan. Ji aliyê dînî ve, hukmê vê kirina min çi ye? Yanî ma divê ku ez mehrê lê vegerînim û eşyayên min jê re kirîbûn ji cil, xeml û xişran ku ez jê bistînim durist e yan na?

Bersiv: Ji ber sedemekî rast û mafdar we dev ji mêrê xwe berdaye. Tiştên we stendiye ji yên ku we dayiyê, ne zêde ye. Yanî tiştên we dayiyê we stendiye. Ji vê bonê ev kirina we, dikeve bin hukmê vê ayetê:

Gelî bawermendan! Digel ku ew ne bi dilê we bin[1], ji we re ne halal e ku hûn hewl bidin da ku hûn bibin mîratxwerê pîrekan. Da ku tiştekî we daye wan, hûn ji wan bîstinin zordestiyê li wan nekin; Lê ku tolaziyeke aşkere bikin ew tiştekî din e. Bi wan re xweş bibuhêrin. Vêca eger hûn ji wan bêzar bin, dibe ku hûn tiştekî nevên û Xwedê ji bo we xêr û bêreke pir têxê.”[2]



[1] Di ayetê de ifadeya “Digel ku ew ne bi dilê we bin” wergera bêjeya= كرها e. Ev bêje, “hal” e, ango rewşê dide xuyakirin. Di tefsîr û wergerên Qur’anê de ev bêje bi awayê ku bibe “hal” ji bo pîrekê, nirxandine û wiha mena dane ayetê: Gelî bawermendan! Ji we re ne helal e ku hûn bi kotekî bibin mîratxwerê jinan. Û ev bi du awayan şîrove kirine. Ya yekem, fehma ku pîrek mîna pertalê mîratê ye. Menadayina bi vî awayî, tê mena ku meriv ayetê dike tiştekî dîrokî –hatiye derbas bûye û êdî tu eleqeya wê bi îro re tune ye-. Ya din jî pîreka ku dixwaze ji mêrê xwe biqete, meriv wê bernede û li benda mirina wê bisekine da ku bi zorê bibe mîratxwerê wê. Ji ber ku Qur’anê bi rêya iftidayê mafê xweberdanê, daye pîrekê ev jî ne pêkan e. Ma ku meriv bêjeya “ كرها” (kerhen) bike halê kirde, ango bike rewşa zilaman. Wergereke wiha yekîtiya di navbera ayetan derdixe holê.

[2] Nîsa, 4/19.