Fetwayen Kurdi
Di kîjan halan de lazim e ku mêr, mehrê bide pîrekê?

Di kîjan halan de lazim e ku mêr, mehrê bide pîrekê?

Pirs: Nîkaha dînî hatiye birîn, encax têkilatiya cinsî çênebûye. Xwestin, nîşan û nîkaha resmî jî nehatiye kirin. Di rewşeke wiha de ma mehr tê vegerandin an jî ku nehatibe dayin divê ku mirov mehrê bide yan na?

Bersiv: Di nîkaheke wiha de eger xeber û destûra malbata keçikê jê tune be (û têkilatiya cinsî jî çênebûbe) ji ber ku nabe nîkah, mehr jî ne lazim e. Lê belê eger nîkah bi destûra malbata keçikê hatibe birîn û mehr hatibe tesbîtkirin, her çiqas nîkaha resmî nehatibe kirin jî divê ku hûn nîvê wê mehrê bidin keçikê. Beriya tesbîta mehrê eger keçik hatibe berdan, tiştekî ku wê jê îstifade bike, divê ku hûn bidinê.

Ayetên têkildar wiha ne:

Eger, hîn ku we dest nedabe wan an jî we mehra wan diyar nekiribe, hûn jinan berdin, li ser we tu guneh tune ye. Tiştekî ku jê istifade bikin, bidin wan. Ê destfireh bila li gorî halê xwe û yê desteng jî li gorî halê xwe, dayineke li gorî me‘rûfê, bide wan. Ev, li ser qencîkaran deynek e.

Eger beriya ku hûn biçine nivîna wan hûn wan berdin û we mehra wan diyar kiribe, wê çaxê hûn ê nîvê mehra diyarkirî bidin wan. Lê belê eger jin li mehra xwe bibore, yan jî ew ê (mêrê) ku peymana nîkahê di destê wî de ye lê bibore, ew tiştekî din e. (Gelî mêran) Eger hûn lê biborin, ew bêhtir nêzî teqwayê ye. Di navbera xwe de qencîkariyê ji bîr mekin! Bêguman Xwedê, bi ya ku hûn dikin bîner e.”[1]



[1] Beqere, 2/236-237.