Fetwayen Kurdi
Berdana di gava hêrsbûnê de, gelo pêk tê yan na?

Berdana di gava hêrsbûnê de, gelo pêk tê yan na?

Pirs: Di dema hêrsê de min ji pîreka xwe got ku ji niha û pê ve bê xebera min eger tu bi dê û bavê xwe re bi telefonê xeber bidî, min tu bi sê telaqan berdayî. Heta niha tiştekî wiha nekiriye, lê belê eger xwe ji bîr bike û bi wan re xeber bide jina min tê berdan an na? Birastî ez poşman im, gelo ji bo vegerê tiştekî ez bikaribim bikim, heye?

Bersiv: Ev şertê ku ji bo berdanê we daye pêş, şertekî batil e. Yanî îtibar pê nayê kirin. Pîreka we, çi bi rêya telefonê çi jî bi rêya hevdîtinê dikare bi dê û bavê xwe re biaxive û tu mafê we tune ye ku hûn bibin asteng. Tiştê ku Xwedê Teala helal kiriye û heta qencî û başiya bi dê û bavan ferz kiriye, hûn bi kîjan ‘eql û mentiqê li pîreka xwe qedexe dikin. Beriya her tiştî ji bo vê yekê, divê ku hûn tobe bikin.

Di meseleya berdanê de jî çawa ku ji bo zewacê hin şert lazim in, keza ji bo berdanê jî hin şertên din, pêwîst in. Bi kurtasî bi vî awayî jina we nayê berdan.