Fetwayen Kurdi
Ma mafê pîrekê heye ku xwe berde?

Ma mafê pîrekê heye ku xwe berde?

Pirs: Di mesela îftidayê de eger jin û mêr li hev nekin û mêr di neberdanê de asê bibe, dê pîrek destûra berdanê ji kê bistîne?

Bersiv: Eger nîkaha wan a resmî hebe, dê pîrek serî li dadgehê bide. Eger ya resmî tune be, sirf nîkaha wan a dînî hebe, pîrek bi tena serê xwe nikare biryarê bide. Belbî divê ku serî li du hakimên ji aliyê zilam û pîrekê ve hatine teyînkirin, bide. Dema heyet jî gihaştin encam û baweriya ku êdî ev li hev nakin, dê mafê îftidayê ji pîrekê re bê dayin. Li gorî biryara hakiman, pîrek jî bi şertê ku mehra ji mêrê xwe stendiye û temamê hediyan an jî hinekên wan lê vegerîne, dikare biryara veqetandinê bistîne. Piştî ku hakim û pîrekê biryara veqetandinê dan, êdî qebûlkirina mêr ango riza mêr ne lazim e.