Fetwayen Kurdi
Ma pîrek dikare mafê xweberdanê ji mêrê xwe bigire?

Ma pîrek dikare mafê xweberdanê ji mêrê xwe bigire?

Pirs: Gelo di dema nîkahbirînê de pîrek dikare ji sê telaqan yekî ji mêrê xwe bigire û çi gava bixwaze wî bikar bîne?

Bersiv: Di pirtûkên fiqhê de derbas dibe ku mêr dikare mafê berdanê bide jina xwe. Encax Qur’ana Pîroz li hemberî vî tiştî ye. Di mezheban de mafê pîrekê yê “îftidayê”, jê hatiye stendin û digel ku heqekî wan î dayinê tune ye jî mafekî wiha dane pîrekê. Li gorî Qur’anê, telaq mafê zilam e û îftida jî mafê pîrekê ye. Yek ji wan mafan nakeve şûna yê din. Ji vê bonê, eger di dema nîkahê de mafê berdanê hatibe dayin ji pîrekê re û wê jî ew heqê xwe bikar anîbe û xwe ji mêrê xwe berda be, ew telaq batil e. Yanî berdan çênabe.

Mafê pîrekê yê îftidayê heye, ne yê telaqê. Dema pîrek biryar bide ku êdî bi mêrê xwe re nikare derbas bike, dê rayedaran ji meseleyê agahdar bike. Dema ew jî têbigihîjin ku pîrek li ser heqîyê ye, wê mafê îftidayê bidin pîrekê. Wê gavê, pîrek dê mehra ku ji mêrê xwe stendiye lê vegerîne û ji mêrê xwe biqete.