Di huqûqa Îslamê de nefeqe û pêdiviyên zarokan li ser kê ye?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Telaq Tarih: 24 Ocak 2014

Pirs: Li gorî huqûqa Îslamê, zarokên ku dê û bavên wan dev jihev berdane, perwerde û mezinkirina wan di stûyê kê de ye?

Bersiv: Bidestxistin û temînkirina nefeqe di stûyê bav de ye. Mezinkirin û lênerîna zarokan jî mafê dê ye.

Temînkirina nefeqeyên zarokan -çi keç dibe çi jî kur-, di stûyê bav de ye. Di vî babetî de tu berpirsyariya dayikê, tune ye. Di halê ku bav tune be, wezîfa temînê di stûyê bapîr de ye, ev jî tune be di stûyê eqrebayên din de ye.

Eger zarok biçûk bin, heta mezin bibin û bigihêjin dema kar û xebatê, divê ku bavê wan li wan binihêre. Tesbîta nefeqeyên wan dê li gorî temenê wan û dewlemendiya bavê wan, bê kirin. Eger dahatûya bavê wan têr bike, divê ku ji wan re xizmetkarekî jî bigire.

Zarokên keç, eger malekî wê ku têra wê bike tune be û ne bi mêr jî be, nefeqeyê wê di stûyê bav de ye. Çi ezeb dibe çi jî ‘ide qedandibe yanî jinebî be, ferq nake.

Mesrefên perwerdehî û hindekariya zarokan jî di stûyê bav de ye.

Dahatû, xebat û karê zarokan eger têrî wan neke, divê ku bav kêmasiyên wan temam bike.

Nefeqeya ku ji bo zarokan hatiye teqdîrkirin, li ba dê tê danîn. Eger bê tesbîtkirin ku dê nefeqe li zarokan xerc nake, ya dê nefeqe li ba yekî ewle bê dayin û dê her sibe û êvara hindik hindik jê bigire yan jî wezîfa xerckirina nefeqeyê, dê ji yekî din re bê dayin.

Hîdane, ku zarok ji aliyê yekî xwedîehliyet demeke aşkere ji bo mezinkirina wî bê stendin re tê gotin. Mezinkirina zarokê mafê dê ye. Lê belê ji aliyê huqûqî ve dê ne mecbûrê vê peywirê ye. Yanî ji bo mezinkirin û lênerinê nayê mecbûrkirin. Encax eger yeke ku lê binihêre neyê dîtin, wê çaxê dayik mecbûr e ku lê binihêre.

Piştî ku dê ji mêrê xwe bi rêya berdanê qetiya, dikare doza heqê hîdanê li mêrê xwe bike. Temîna kirêya xaniyê ku dê zarok lê bimîne di stûyê bav de ye. Eger bav tune be, eqrebayî wî yê herî nêz divê ku bide. Encax eger xanîyê dayikê yê taybet hebe û pêkan be ku li wê derê li zarokê binihêre, wê çaxê nikare doza kirêya xanî bike.

Dema pîrek bi yekî re bizewice, mafê hîdanê ji destê wê derdikeve. Lewra di vî halî de mumkin e ku li zarok heqeret bê kirin û zarok bêhuzûr bibe. Encax eger dayik, bi eqrebayekî zarok re zewicî be mîna apê wî, wê demê mafê dê dewam dike û ew heq jê nayê stendin.

Dema bi yekî biyanî re bizewice û ew kes nerîn û nefeqeyên zarokê qebûl bike, ne durist e ku mirov zarokan ji dê bistîne. Lewra pir caran, zirbav ji bo xatirê dê û ji bo riza Xwedê Teala ji eqrebayên zarok baştir û çêtir lê dinihêre.

Zarokên lawînî heta bigihêjin dema ku êdî bikaribin karê xwe bikin, dê li ba diya xwe bimînin û piştî wê dê teslîmî bav bên kirin. Ev dem jî heta ku zarok bigihêjin temenê heft-heşt an jî neh sala ye. Di ‘emelpêkirinê de temenê heşta bingeh û esas hatiye girtin. Piştî vî temenî zarokên lawînî ihtyaciya wan bi bal mezinkirina mîna meran ji ‘ilm û hunerê heye. Di vî babetî bav û bapîr bêhtir ehl in.

Zarokên keç, heta ku têkevin heyza an jî nêzî temenê balixbûnê bibin yanî heta ku bigihêjin temenê êdî bala zilaman dikişînin, dê li ba diya xwe bimînin. Piştî vî temenî, ji ber ku ihtyaciya wan bi parastina bav û bapirê wan heye, dê ji diya wan bên stendin.

Eger yek bixwaze ku rahêje zaroka xwe û bibe cihekî din, dê dikare bibe asteng. Lewra di rewşeke wiha de mafê hîdanê tê binpêkirin. Encax çi dema ku bav bixwaze dikare zarokên xwe bibîne.

Piştî derbasbûna dema hîdanê jî dê kengî bixwaze dikare zarokên xwe bibîne. Yanî mafê mêr ê astengkirinê ji bo dîtina zarokê tune ye.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Di berdana beriya zîfafê de, gelo dîsa jî şert e ku di hizûra du şahidan de pêk were? 24.01.14 938
2 Di kîjan rewşan de pîrek dikare doza berdanê li mêrê xwe veke? 24.01.14 947
3 Mena bêjeya ‘idde çi ye? 24.01.14 969
4 Di kîjan halan de lazim e ku mêr, mehrê bide pîrekê? 24.01.14 1.017
5 Pîreka ku hatiye berdan, kengî dikare bi yekî din re bizewice? 24.01.14 936
6 Ma li gorî Qur’anê, berdana bi şert durist e yan na? 24.01.14 841
7 Gelo hikmetê pîreka ku hatiye berdan sê paqijiyan disekine çi ye? 24.01.14 919
8 Berdana di gava hêrsbûnê de, gelo pêk tê yan na? 24.01.14 999
9 Pîreka ku di dema ‘ideyê xwe ji mal derkeve, gelo hatiye berdan an na? 24.01.14 967
10 Ma mafê pîrekê heye ku xwe berde? 24.01.14 961
11 Dema meriv pîreka xwe ya berdayî ji malê derxe, telaq pêk tê? Ma ev jî ne fermana Xwedê ye? 24.01.14 920
12 Ma pîrek dikare mafê xweberdanê ji mêrê xwe bigire? 24.01.14 1.003
13 Piştî berdana pîrekê dema meriv li jina xwe vegere, ma divê ku nîkaheke nû were birîn? 24.01.14 945
14 Ma pîrek dikare doza berdanê li zilamê ku li mala xwe ne miqate ye û erka xwe ya mêrantiyê neyîne cih, bike? 24.01.14 981
15 Ma rast e ku pîreka mêrê wê miriye, heta ‘ideyê wê neqede nikare ji mala xwe derkeve? 24.01.14 996
16 Di meseleya îftidayê de, gelo çima pîrek divê ku mehrê li mêrê xwe vegerîne? 24.01.14 912
17 Gelo ‘ideyê pîreka ku cara sêyem hatibe berdan, çiqas e? 24.01.14 999
18 Pîreka ku bi rêya îftidayê ji mêrê xwe qetiya be, ma dikare dîsa pê re bizewice? 24.01.14 962
19 Mêr û jina ku dev ji hev berdin, dê parvekirina mal di navbera wan de çawa bê kirin? 24.01.14 902
20 Berdaneke rast û durist divê ku çawa be? 24.01.14 947
21 Gelo pîrek, bi gotina mêrê wê “min tu berdayî”, tê berdan na na? 24.01.14 988
22 Hukmê berdana formalite çi ye? 24.01.14 954
23 Ma berdana bi sê telaqan çawa çêdibe? 24.01.14 944
24 Ma şertên ku ji bo jinberdanê pêwîst in çi ne? 24.01.14 951
25 Dema pîrek doza berdanê veke, malê wan dê çawa were parvekirin? 24.01.14 973
26 Berdana ku ne li gorî ayetên pêşî ji sûreyê Telaq be, gelo durist e yan na? 24.01.14 941
27 Ma meriv dikare di hundirê ‘ideyê de jina xwe cara duyem berde? 24.01.14 955
28 Lîstina pîreka bi mêr li hember zilamên biyanî, ma dibe sedem ji bo xerabûna nîkaha wê? 24.01.14 935
29 Dema şahid tune bin, gelo telaq pêk tê yan na? 24.01.14 924
30 Gelo mehr ji pîreka ku berî zîfafê hatibe berdan re heye? 24.01.14 800
31 Ma vekirina cihên mehrem tu bandorê li nîkaha pîrekê dike? 24.01.14 929
32 Ma di berdanê de şahid, di dema telaq yan dema tefrîqê de tên girtin? 24.01.14 1.004
33 Berdana berî zîfafê 24.01.14 1.012
34 Eger mêr angaşt bike ku pîreka wî zina kiriye, divê çi bike? 24.01.14 976
35 Ji bo lihevanîna mêr û jinê, meriv kengî dikeve dewrê? 24.01.14 913
36 Ma pîreka ku piştî nîkah û xelweta sehîh e hatibe berdan, mehr jê re dikeve yan na? 24.01.14 952
37 Di huqûqa Îslamê de nefeqe û pêdiviyên zarokan li ser kê ye? 24.01.14 967