Fetwayen Kurdi
Eger mêr angaşt bike ku pîreka wî zina kiriye, divê çi bike?

Eger mêr angaşt bike ku pîreka wî zina kiriye, divê çi bike?

Pirs: Zilamekî bi 4 şahidan serî li dadgehê dide, lê belê dîsa jî nikare îsbat bike ku jina wî zina kiriye. Di dawiyê de hakim bi wî zilamî sonda “laneta Xwedê li ser min be” dide xwarin û berdana wan dipejirîne. Gelo di ‘ilmê fiqhê de tiştekî wiha heye yan na? Eger hebe jî çi navî lê dikin?

Bersiv: Zilam, eger jina xwe bi angaşta ku zina kiriye sûcdar bike û bi 4 şahidan nikaribe îsbat bike, di hizûra hakim de bi awayekî taybet dê herdu alî jî sond bixwin. Di Fiqha Îslamî de ji vê re tê gotin “lîan” ango lihevlanetanîn.

Di vê mijarê de Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ji jinên we yên ku zinayê dikin, çar şahidan ji xwe (ji mêrên musluman) li ser wan rakin. Vêca eger wan li ser wan şahdeyî dan; heta ku mirina wan bê yan jî heta Xwedê ji wan re rêyeke çareseriyê veke, wan di malên wan de girtî bihêlin.”[1]

Xwedê Teala di sûreyê Nûr de wiha ferman dike:

Ew kesên ku zinayê biavêjin stûyê jinên xwe û ji bilî wan tu şahidên wan jî tune be, şahidiya her yekî ji wan ev e ku bi (navê) Xwedê çar caran sond bixwe ku ew ji rastbêjan e. Di cara pêncem de jî (ew dê bibêje:) Laneta Xwedê li wî be, eger ew ji derewbêjan be.

Cezayê zinayê li dinyayê ji ser tê avêtin ku jin jî çar caran bi (navê) Xwedê sond bixwe û şahdeyî bide ku mêrê wê ji derewbêjan e. Cara pêncem jî (dê bibêje:) Xezeba Xwedê li wê bibare, eger mêrê wê ji rastbêjan be.”[2]

Di vir de her sonda ku zilam “Xwedê şahid e ku ez rast dibêjim” dixwe, mîna şahidekî hatiye qebûlkirin. Zilam, vê sondê çar caran dubare dike û bi vî awayî hem sondên zilam dikevin şûna çar şahidan û hem jî cezayê “hedê qezfê” yanî ji cezayê hedê bêbextiya zinayê, xelas dibe.

Gotina pîrekê “Xwedê şahid e ku, mêrê min derewan dike” mîna şahidekî hatiye qebûlkirin. Dubarekirina wê çar caran jî dikeve hukmê çar şahidan û ji cezayê zinayê xelas dibe. Bi vî awayî, şahdeyiya zilam çar caran û li hember wê şahdeyiya pîrekê dikevin ber hev. Û yeksan tên qebûlkirin.



[1] Nîsa, 4/15.

[2] Nûr, 24/6-9.