Fetwayen Kurdi
Di huqûqa Îslamê de nefeqe û pêdiviyên zarokan li ser kê ye?

Di huqûqa Îslamê de nefeqe û pêdiviyên zarokan li ser kê ye?

Pirs: Li gorî huqûqa Îslamê, zarokên ku dê û bavên wan dev jihev berdane, perwerde û mezinkirina wan di stûyê kê de ye?

Bersiv: Bidestxistin û temînkirina nefeqe di stûyê bav de ye. Mezinkirin û lênerîna zarokan jî mafê dê ye.

Temînkirina nefeqeyên zarokan -çi keç dibe çi jî kur-, di stûyê bav de ye. Di vî babetî de tu berpirsyariya dayikê, tune ye. Di halê ku bav tune be, wezîfa temînê di stûyê bapîr de ye, ev jî tune be di stûyê eqrebayên din de ye.

Eger zarok biçûk bin, heta mezin bibin û bigihêjin dema kar û xebatê, divê ku bavê wan li wan binihêre. Tesbîta nefeqeyên wan dê li gorî temenê wan û dewlemendiya bavê wan, bê kirin. Eger dahatûya bavê wan têr bike, divê ku ji wan re xizmetkarekî jî bigire.

Zarokên keç, eger malekî wê ku têra wê bike tune be û ne bi mêr jî be, nefeqeyê wê di stûyê bav de ye. Çi ezeb dibe çi jî ‘ide qedandibe yanî jinebî be, ferq nake.

Mesrefên perwerdehî û hindekariya zarokan jî di stûyê bav de ye.

Dahatû, xebat û karê zarokan eger têrî wan neke, divê ku bav kêmasiyên wan temam bike.

Nefeqeya ku ji bo zarokan hatiye teqdîrkirin, li ba dê tê danîn. Eger bê tesbîtkirin ku dê nefeqe li zarokan xerc nake, ya dê nefeqe li ba yekî ewle bê dayin û dê her sibe û êvara hindik hindik jê bigire yan jî wezîfa xerckirina nefeqeyê, dê ji yekî din re bê dayin.

Hîdane, ku zarok ji aliyê yekî xwedîehliyet demeke aşkere ji bo mezinkirina wî bê stendin re tê gotin. Mezinkirina zarokê mafê dê ye. Lê belê ji aliyê huqûqî ve dê ne mecbûrê vê peywirê ye. Yanî ji bo mezinkirin û lênerinê nayê mecbûrkirin. Encax eger yeke ku lê binihêre neyê dîtin, wê çaxê dayik mecbûr e ku lê binihêre.

Piştî ku dê ji mêrê xwe bi rêya berdanê qetiya, dikare doza heqê hîdanê li mêrê xwe bike. Temîna kirêya xaniyê ku dê zarok lê bimîne di stûyê bav de ye. Eger bav tune be, eqrebayî wî yê herî nêz divê ku bide. Encax eger xanîyê dayikê yê taybet hebe û pêkan be ku li wê derê li zarokê binihêre, wê çaxê nikare doza kirêya xanî bike.

Dema pîrek bi yekî re bizewice, mafê hîdanê ji destê wê derdikeve. Lewra di vî halî de mumkin e ku li zarok heqeret bê kirin û zarok bêhuzûr bibe. Encax eger dayik, bi eqrebayekî zarok re zewicî be mîna apê wî, wê demê mafê dê dewam dike û ew heq jê nayê stendin.

Dema bi yekî biyanî re bizewice û ew kes nerîn û nefeqeyên zarokê qebûl bike, ne durist e ku mirov zarokan ji dê bistîne. Lewra pir caran, zirbav ji bo xatirê dê û ji bo riza Xwedê Teala ji eqrebayên zarok baştir û çêtir lê dinihêre.

Zarokên lawînî heta bigihêjin dema ku êdî bikaribin karê xwe bikin, dê li ba diya xwe bimînin û piştî wê dê teslîmî bav bên kirin. Ev dem jî heta ku zarok bigihêjin temenê heft-heşt an jî neh sala ye. Di ‘emelpêkirinê de temenê heşta bingeh û esas hatiye girtin. Piştî vî temenî zarokên lawînî ihtyaciya wan bi bal mezinkirina mîna meran ji ‘ilm û hunerê heye. Di vî babetî bav û bapîr bêhtir ehl in.

Zarokên keç, heta ku têkevin heyza an jî nêzî temenê balixbûnê bibin yanî heta ku bigihêjin temenê êdî bala zilaman dikişînin, dê li ba diya xwe bimînin. Piştî vî temenî, ji ber ku ihtyaciya wan bi parastina bav û bapirê wan heye, dê ji diya wan bên stendin.

Eger yek bixwaze ku rahêje zaroka xwe û bibe cihekî din, dê dikare bibe asteng. Lewra di rewşeke wiha de mafê hîdanê tê binpêkirin. Encax çi dema ku bav bixwaze dikare zarokên xwe bibîne.

Piştî derbasbûna dema hîdanê jî dê kengî bixwaze dikare zarokên xwe bibîne. Yanî mafê mêr ê astengkirinê ji bo dîtina zarokê tune ye.