Fetwayen Kurdi
Pîreka bî, ma dikare bê destûra malbata xwe bizewice?

Pîreka bî, ma dikare bê destûra malbata xwe bizewice?

Pirs: Ez zilamekî 26 salî me. Ez dixwazim bi jineke 36 salî û xwediyê du zarokan re bizewicim. Lê belê malbatên me ji vê zewacê, ne razî ne. Ji bo zewaca dînî, ma hewcedarî bi destûra malbatên me heye? Bê destûr em dikarim nîkaha xwe ya dînî bibirin? Ma nîkaheke wiha ji aliyê dînî ve tu pirsgirêkeke wê heye?  

Bersiv: Di zewaca zilamekî ezeb, bi jineke bî re ji aliye olî ve ne pirsgirêk e. Lewra Pêxemberê me (s.a.w) zewaca xwe ya yekem, bi dayika bawermendan Xedîce ya bî re kiribû.

Lê belê ji bo zewacê hin rê û rêbaz hene. Ew jî wiha ne:

1. Jina bî, divê ku ‘ideyê xwe qedandibe. Lewra di gava kişandina ‘ideyê de nîkah nayê birîn.

 2. Ji bo zewaca mêr, destûra welî ne şert e.

3. Ji bo jinebîyan, destûra welî pêwîst e.

4. Destûra welî di nîkahê de tê wateya kontrolkirina nîkaha ku dê were birîn. Li gorî vê, da ku hûn bikaribin bi yeka jinebî re bizewicin, di serî divê hûn destûrê ji welî/malbata wê bigirin. Heke malbat, bê tu uzr û sebebekî astengiyan derxe, wê gavê hûn ê serî li rayedaran bidin. Hûn ê biçin daîreya mahrbirînê ya şahredariyê, daxwaziya xwe ya bo zewacê vebêjin, nîkaha xwe ya fermî bibirin.

5. Hûn nikarin bi tenê -bê destûra malbatê yan jî bi rêya nîkaha fermî- di hizûra du şahidan de li cem seydayekî nîkaha xwe bibirin. Nîkaheke wiha ne rewa ye.

Di derbarê nîkaha dînî de di malpera me www.suleymaniyevakfi.org de beşeke taybet heye. Ji kerema xwe re hûn û pîreka ku hûn ê pê re bizewicin pirs-bersivên di wir de diborin bixwînin.