Fetwayen Kurdi
Ma tu îbadeteke ku xasî bi meha Muherremê be heye?

Ma tu îbadeteke ku xasî bi meha Muherremê be heye?

Pirs: Min bihist ku divê di rojiya meha Muherremê de hin pêxwarin û av neyên xwarin û vexwarin. Ez dixwazim di meha Muherremê de rojî bigirim. Ma divê ez ku bala xwe bidim çi? Ma xwarin û vexwarinên ku di vê mehê de xwarin û vexwarina wan qedexe bin, hene? Îbadetên ku xasî bi vê mehê ne, hene? Min bihîst ku gava temamê vê mehê bi rojî were derbaskirin, divê ku mirov heywanekê gorî bike. Ez dixwazm rastiya van agahiyan ji we hîn bibim û heke hebin jî şaşiyên ku têne kirin, ez dixwazim bi malbata xwe re parve bikim. Ma hûn dikarin bibin arîkar?

Bersiv: Tu ferq di navbera rojiya ku girtina wê di meha Muherremê de hatiye şîretkirin ji rojiya ku di meha Remezanê de tê girtin, tuneye. Tiştên ku di rojiyê de qedexe ne, ango sê tiştên ku rojiyê -çi rojiya ferz dibe çi jî ya nafîle- dişikînin: Xwarin, vexwarin û têkiliya cinsî ne. Ji van pê ve di rojiya meha Muherremê tu cudahî tuneye.

Li aliyê din tu îbadeteke ku di mehên din de tune be û xasî bi meha Muherremê be tuneye. Wekî din jî çawa ku nehatiye şîretkirin ku mirov temamê vê mehê bi rojî derbas bike, gorîkirina qurbanekê jî nehatiye xwestin.

Em tewsiye dikin ku hûn pirs û bersiva di derbarê rojîgirtina di roja aşûreyê de -ya ku di vê mehê de ye-, danûstendina tê de û hwd. ji navnîşanên jêr bixwînin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1602

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1605