Fetwayen Kurdi
Nimêjên ku min nekirine ma ez dikarim êvarî li malê bikim?

Nimêjên ku min nekirine ma ez dikarim êvarî li malê bikim?

Pirs: Pirsa min di derheqê li kargehê kirina nimêjê de ye. Ez nikarim bi roj li kargehê nimêjên xwe di wext de bikim. Ma ez dikarim wan nimêjan êvarî piştî ku ez ji kar vegeriyam bikim? Ma ev dibe guneh ji bo min?

Bersiv: Nimêj, fermana Xwedê Teala ya vebirî ye û ji erkên dînî ya bingehîn e ji bo misilmanan. Kesê misilman divê ku wê di dema wê de û bi şertên munasib bi awayekî rind bike.  Bi sedema ku dê kar biewiqe mirov nikare nimêja xwe ya ferz di dema wê de neke. Leşkerên misilman yên ku li cephe û çeperan cengê dikin, heke nimêja wan rastî dema şer bi xwe jî were dîsa jî nikarin nimêja xwe bihêlin qezayê. Lewra li gorî Qur’an û sunnetê, qezaya nimêjê tuneye. Bi tenê kesên razayî, kesên ji xwe çûye û kesên ji bîr kirine gava hişyar bibin/hişê wan hate serê wan/kete bîra wan dikarin nimêjên xwe ne di wexta wan de bikin. Ev ji bo wan ne qeza; eda ye. Ji bilî vê mirov nikare -çi qesden çi jî ji sistayî û tiraliyê be- nimêjên  xwe ne di wexta diyarkirî de bike.

Ji bo kirina nimêjê li kargehê çi pêwîst be bikin; bi tenê nimêja xwe ya ferz bikin. Di rewşa hûn bitirsin ku dê karê we ji destê we here li gorî ayeta 239an ji sûreyê Beqere hûn dikarin li piyan an jî rûniştî jî nimêj bikin. Lê bi tu awayî hûn nikarin nimêja xwe bihêlin qezayê.