Fetwayen Kurdi
Derfeta ku ez li kargehê nimêj bikim tuneye ma divê ez çi bikim?

Derfeta ku ez li kargehê nimêj bikim tuneye ma divê ez çi bikim?

Pirs: Derfeta ku ez li kargehê nimêj bikim tuneye. Lewra destûrê nadin. Ji menzela ku em lê ne pê ve tu cihekî din tuneye. Wekî din cihekî ku ez lê desmêj bigirim jî tuneye. Gava ez êvarî diçim malê nimêja xwe ya ‘eşayê dikim û piştre nimêjên xwe yên din jî qeza dikim. Ma bi vî awayî xêra nimêjên min kêm dibe? An jî tiştekî din î ku ez bikaribim bikim, heye? Ez dihizirim ku ev ji terikandina bi temamî çêtir e. 

Bersiv: Qet çênabe ku mirovê misilman nimêjê meke. Herwiha mirov nikare nimêjên xwe ji bo qezayê jî bihêle. Hûn ê nimêja nîvro û ‘esir, di karberdana nîvro de 4+4 bi tevahî heşt rek‘etan bikin. Jixwe ev jî herî zêde dê 10 deqîqeyên we bigire. Nimêja êvar/mexribê jî digel nimêja ‘eşayê li malê bikin. Heke hûn bixwazin di derbarê vê mijarê de agahiyên berfirehtir bi dest bixin, em tewsiye dikin ku hûn ji beşa ARAŞTIRMALAR/LÊKOLÎNAN nivîsa bi sernavê NAMAZLARIN BİRLEŞTİRİLMESİ/CEM’A NIMÊJAN bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/fikih-arastirmalari/namazlarin-birlestirilmesi.html

Di destmêjê de hûn dikarin goreyên xwe mesih bikin. Herwiha hûn dikarin çarika serê xwe jî mesih bikin. Ev, dê girtina desmêjê û kirina nimêjê ji bo we hêsan bikin. Heke hûn bikevin rewşeke awarte li gorî ayeta 239an ji sûreyê Beqere hûn dikarin di halê birêdeçûn an jî rûniştî jî nimêj bikin. Lê belê bi tu awayî hûn nikarin nimêjên bihêlin ji bo qezayê.