Fetwayen Kurdi
Madem piştî rabûna ji xewê jî tê kirin, ma em ê çima ji bo nimêja sibehê hişyar bibin?

Madem piştî rabûna ji xewê jî tê kirin, ma em ê çima ji bo nimêja sibehê hişyar bibin?

Pirs: Ji bo nimêja ku hatiye jibîrkirin an jî bi sedema mayîna di xew de nehatiye kirin, hûn dibêjin ku wextê wê nimêjê gava hişyarbûna ji xewê ye, dema ji xew rabe dikare bike. Wê gavê divê em pirseke wiha “Wê demê ma em ê çima ji bo nimêja sibehê rabin, em kengî hişyar bibin em ê wê gavê bikin!” çawa bibersivînin?

Bersiv: Pêxemberê me wiha kerem kiriye:

Kesê nimêjekê jibîr bike yan jî di xew de bimîne kefaretê wê, gava hat bîra wî ku wê bike.” (Muslim, Mesacid, 315)

Tiştê ku we anî ziman nekeve bin vê hedîsê. Gotina “ez kengî hişyar bibim ez ê wê gavê bikim” û wexta nimêjê bi xewê derbas bike, ev tê wateya ku mirov nimêja xwe bi zanebûn terikandiye.