Fetwayen Kurdi
Ma em dikarin di dewsa sunnetan de nimêjên qeza bikin?

Ma em dikarin di dewsa sunnetan de nimêjên qeza bikin?

Pirs: Li gorî mezhebê Henefî di şûna sunnet de ma mirov dikare nimêjên qeza bike?

Bersiv: Li gorî mezhebê Henefî sunnet nayên terikandin û di dewsa wan nimêja qeza nayê kirin. Di vê mijarê de di berhema Ömer Nasuhi Bilmen ya bi navê Büyük İslam İlmihali de ev agahî diborin:

“Mijûlbûna bi nimêjên qeza, ji mijûlbûna bi nimêjên nafîle hîn çêtir û girîngtir e. Lê belê sunnetên nimêjên ferz çi muekked çi jî ne muekked bin, ji vê yekê hatine îstisnakirin. Terikandina van sunnetan û kirina nimêjên qeza di şûna van de ne çêtir e. Kirina van sunnetan baştir e. Heta wekî nimêja duha û nimêja (selatu) tesbîhê, nimêjên sunnet yên ku di derbarê wan de neqil hene jî wiha ne. Ev jî ya baştir ku mirov niyeta nimêja sunnet bîne. Lewra ev nimêjên sunnet, nimêjên ferz temam dikin, kirina van piştre ne pêkan e. Lê nimêjên qeza bi sedema ku wexteke wan a diyarkirî tuneye, mirov dikare her dem wan bike.

Digel vê, heram e ku mirov nimêjên xwe bihêle qezayê. Ji bo rizgariya -bi rêyên pêkan- ji vî gunehî ne rewa ye ku mirov sunnetan gorî bike. Kesê ku gunehekî wiha kiribe di dewsa ku bi kirina ‘îbadetên zêdetir bexşandina xwe bixwaze û xwe biavêje penaha Xwedê, ka wê çawa munasib be ku hin sunnet û nafîleyên dê bibin wesîle ji bo tecelliya mehdervaniya Pêxember biterikîne? Hem nekirina hin nimêjan di wextê wan de, hem jî veqedantina hin nimêjên ferz ji sunnetên wan ên ku wan temam dikin di qusûr û kêmasiyê de ma nabe du qat? Hin neqlên ku li dijî vê ne, ne meqbûl in. Ev, li dijî fetwaya ku hatiye qebûlkirin. Heke hin kes angaşt bikin ku hem ji bo nimêjên sunnet, hem jî ji bo kirina nimêjên qeza wextê munasib nabînin hebin, ev nayê wateya ku ew di angaşta xwe de bi dadmendî tev geriyane. Înasanên ku demên xwe yên herî biqîmet berhewa xerc dikin, ez nizanim ka çawa bi angaşteke wiha peşkêş dikin.”

Rastiya meseleyê: Di Qur’an û sunnetê de tu cih ji nimêja qeza re tuneye. Bi tenê kesê jibîr bike û di xew de bimîne dema hişyar bibe û were bîra wî dê ninêjên xwe ne di wextê wan de bike. Ev ji bo wan ne qeza ye; eda ye. Lewra Pêxemberê me carekê bi sedema ku hişyar nebûbûn nimêja sibehê (Buxarî, Mewaqitu’s-Selat, 35; Muslim, Mesacid, 310-313; Nesaî, Mewaqit, 55; Ehmedê kurê Henbel, Musned, 2/428, 4/441.), careke din jî (di cenga Xendeqê de) ji ber ku jibîr kiribûn nimêja ‘esrê (Buxarî, Mewaqitu’s-Selat, 36, 38, Ezan, 26, Selatu’l-Xewf, 4, Mexazî, 29) nekiribûn.  Ji bilî vê mirov nikare -çi qesden çi jî ji sistayî û tiraliyê be- nimêjên xwe ne di wexta diyarkirî de bike. Ev, ji gunehên mezin in. Tiştê ku dê were kirin mirov pê re poşman bibe û tu caran nimêja wî lê neçe. Jixwe Pêxemberê me jî di vê daxuyaniya xwe -ya ku piştî di xew de mabûn û nimêja sibehê li wan çûbû- di jêr de behsa qezakirina nimêjên ku bê uzrekî nehatine kirin nekiriye:

Baldar bin! Ez ji bo we mînanekek im.” (Piştre wiha berdewam kir) “Baldar bin! Nekirina nimêjê bi sedema xewê nabe qusûr. Teqsîratî bi tenê ji bo kesê ku nimêja xwe neke heta ku wextê nimêjeke din were. Ji ber vê yekê kî di xew de bimîne gava hişyar bû, bila wê nimêja xwe bike! Lê belê bila wê nimêjê sibê di dema wê de bike!… ”(Muslim, Mesacid, 311 (681)