Piştî berdanê mirov kengî dikare bizewice?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Nîkaha Dînî Tarih: 23 Mayıs 2017

Pirs: Dema mirov jina xwe berde kengî dikare bi yeka din re bizewice? Ma şert e ku demeke diyarkirî raweste? Tu cudahî di navbera dema sekna mêr û jinê de heye?

Bersiv: Piştî ku berdan pêk hat, tu demeke ku divê mêr bisekine tuneye. Lê belê heta ku dema sekna jina wî ya hatiye berdan xelas nebe mêr nikare bi xwişka wê, keçên birayê wê, meta wê yan jî xaltiya wê re bizewice. Lewra heta ku dema ‘iddeyê wê neqede jin bi temamî ji mêr naqete.

Piştî berdana yekem û duyem da ku jin bikaribe bi yekî din bizewice divê dema ‘iddeyê xwe derbas bike. ‘Idde jî ji bo yên ku dikevin xwînmehê sekna sê paqijiyan e, ji bo yên nakevinê sê meh in, ji bo yên ducanî jî heta hemla xwe dînin.

Heke mêr xwediyê niyeteke baş be bêyî nîkaheke nû bibire, dikare di hundirê ‘iddeyê de li jina xwe vegere û zewaca xwe bidomîne,

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=287

Temamê van tiştên ku hatin gotin ji bo berdaneke rast û durist ya ku piştî zewaceke rast pêk hatiye, derbas dibin. Şertê yekem ji bo nîkaheke rast û durist, divê ku nîkah bi rizaya keç û pesendkirina malbatê hatibe birîn û ev zewac nehatibe veşartin. Nîkahên ku ne bi vî rengî hatine birîn ne meqbûl in!

Da ku berdan -piştî nîkaheke ku li gorî şertên pêwîst hatibe birîn- pêk were hin şert hene. Lewra berdan ne bûyereke ku bi gotinê bi tenê çêbibe. Muameleyeke ku hin rê û rêbazên wê yên diyarkirî hene. Bêyî nihêrtin û îtibarkirina van rê û rêbazan berdan pêk nayê.

Di malpera me de hem di der barê nîkaha dînî hem jî di der barê berdan û şertên wê de gelek zanyarî hene. Hûn dikarin pirs-bersivên di navnîşanên jêr de bixwînin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1689

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1691

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1693

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=335

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma nîkaha dînî li ku tê birîn? 11.10.16 823
2 Piştî salekê em ê bizewicin. Ma em dikarin nîkaha xwe bi dizî bibirin? 14.11.16 861
3 Hukmê nîkaha dînî çi ye? 29.02.16 920
4 Piştî birîna mahrê, ma şert e ku bûk û zava bi hev şa bibin? 12.10.16 800
5 Kesê nîkaha dînî dibire ma şert e ku seyda be? 15.11.16 814
6 Gelo şertên pêwîst bo nîkaha dînî, çi ne? 01.03.16 1.011
7 Ma flort, zina ye? 13.10.16 794
8 Ma şert e ku di birîna nîkahê de welî jî hazir be? 17.11.16 779
9 Berdana jinan çawa pêk tê? 02.03.16 1.030
10 Gava bi dilê malbatê jî be, ma mirov dikare bi destê hev bigire? 17.10.16 939
11 Ma mayîna keç û xortekî bi hev re di malekê de guneh e? 17.05.17 660
12 Gelo pevrebûn û zewaca duyem ya bi nîkaha dînî tiştekî rast e? 03.03.16 1.018
13 Bê hebûna nîkahê meriv nêzî yekê/yekî bibe 18.10.16 796
14 Piştî berdanê mirov kengî dikare bizewice? 23.05.17 626
15 Gelo nîkaha ku bê xebera malbatê hatibe birîn, di cih de ye? 10.03.16 1.107
16 Ma mirov dikare bi mebesta zewacê bi salan bi yekê re hevaltiyê bike? 19.10.16 811
17 Piştî birîna nîkahê gera pîrekê ya servekirî tu zirarê dide nîkahê? 24.05.17 576
18 Ma bi borina demê re nîkah betal dibe? 11.03.16 1.027
19 Ma bav dikare ji dêla keça xwe mahrê qebûl bike? 20.10.16 827
20 Zilam dikare çend caran bi yekê re nîkaha dînî bibire? 25.05.17 553
21 Ma zina nîkahê betal dike? 21.03.16 929
22 Ma “nîkaha dilan” heye? 21.10.16 727
23 Ma lazim e ku şahidên nîkahê Misilman bin? 26.05.17 611
24 Di nîkaha batil de ma divê ku meriv mehrê bide? 03.05.16 905
25 Ma mirov dikare di meha Remezanê de mahra xwe bibire? 28.10.16 808
26 Ma nîkaha bê haya malbatê hatibe birîn, sehîh e/durust e? 04.05.16 910
27 Bê ku mahra fermî hebe, ma mêr dikare jina xwe vexwîne bi bal munasebeta cinsî? 31.10.16 760
28 Ma di dema Pêxemberê me de, nîkaha dînî tune bû? 24.05.16 963
29 Di meseleya nîkahê de em ê ji gotina kê bawer bikin? 01.11.16 834
30 Ma caiz e ku meriv nîkaha xwe bi dizî bibire? 09.08.16 965
31 Heke di gava birîna marê de pîrek hebe çi dibe? 07.11.16 788
32 Em hîn bûn ku nîkaha bi dizî betal e. Baş e, wê gavê divê em çi bikin? 17.08.16 990
33 Ma di marê de şahidiya Xwedê bi tenê ne kafî ye? 08.11.16 894
34 Ma kontrola nîkahê bi tenê ji bo pîrekan e? 06.10.16 775
35 Ma dibe em mara xwe bibirin da ku em nekevin gunehan? 09.11.16 926
36 Pîreka bî, ma dikare bê destûra malbata xwe bizewice? 07.10.16 842
37 Di marê de çima destûra welî şert e? 10.11.16 878
38 Mêrekî 25 salî, ma dikare yeka 46 salî re bizewice? 10.10.16 908
39 Bavê min li dijî nîkaha dînî ye. Ma dîsa jî ez ê destûrê jê bixwazim? 12.11.16 856