Fetwayen Kurdi
Ma caiz e mirov ku ji qelsiyên sîstema iddiayê qezencê bi dest bixe?

Ma caiz e mirov ku ji qelsiyên sîstema iddiayê qezencê bi dest bixe?

Pirs: Bi sedema ku min di mantiqa karkirina şirketên iddiayê de qelsiyek dîtiye, min azîneyek ku ez di tu maçan de bi bin nekevim ava kiriye. Ev azîne, bi temamî ji encama pêşbirkê azada ye. Ango maç çawa xelas dibe bila bibe, kîjan tîm bi ser dikeve bila bikeve, kar û qezenca we naguhere. Ez dikarim di maçekê bi awayekî teqez (min bi awayê matematikî îsbat kir) 1 lîreyî bikim 5 lîre. Di vê rewşê de her çiqas qezenc ji encama maçê cuda be jî ma dîsa jî heram e? Dibe ku xerîb were dîtin, dibe ku hûn bibêjin ma çawa şirketên iddiayê tiştekî wiha; valahiyeke wiha di sîstema xwe de kirine, lê belê dema min îsbat kir min ev keşif kir: Heta ku ew kar bikin sîstema min jî kar dike. Ez ne bi hestiyarî yan jî texmînî; ez bi awayekî diyar û teqez dibêjim. Min dikaribû bi vê sîstemê di dawiya vê hefteyê de bi mîlyonan dolar qezenc bikirina. Lê belê ji ber tirsa ku dibe heram be, min nekir. Ez li hêviya bersiva we me.      

Bersiv: Lîstikên ku şirketên iddiayê didin lîstin, bi awayekî teqez qumar in. Di vê de tu guman tuneye. Qumar jî ji gunehên mezin e. Ji ber vê yekê -bi awayekî teqez- heram e ku mirovê Misilman bi lîstikên siûdê bilîze. Ev, bersiva beşa yekem e.

Ji bo agahiyên berfirehtir di der barê vê de ji kerema xwe re serî li navnîşana jêr bidin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?cat=4511

Heke em werin bersiva pirsa we ya duyem: Hûn jî dizanin bi rêya qelsiya ku we di sîstemê de keşif kiriye hûn dikarin bi awayên ne asayî û qanûnî pereyan bi dest bixin. Bi sedema ku ew qumarê didin lîstin, ev nayê wateya ku divê hûn pereyê wan bidizin. Ji bo mirovê Misilman çawa ku şêlandina meyxaneyê bi hinceta ku “meyê difroşin” û şelhandina kerxaneyê bi hinceta ku “zinayê dikin” ne caiz be, her wiha bi hinceta ku “qumarê didin lîstin” valakirina hesabê şirketên ku qumarê didin lîstin jî ne caiz e. Ev dibe diziyeke aşkere. Dizî jî mîna qumarê ji gunehên mezin e.Tu carî berê xwe nedin rêyeke wiha.