Fetwayen Kurdi
Zilam mir. Hevser, lawek û keçek li pey xwe hişt. Mîrat dê çawa bê dabeşkirin?

Zilam mir. Hevser, lawek û keçek li pey xwe hişt. Mîrat dê çawa bê dabeşkirin?

Pirs: Bavê min wefat kir. Mîrata wî ji dayika min, ez (keç) û birayê min re ma. Li gorî dînê me divê ku ev mîrat çawa bê teqsîmkirin?

Bersiv: Li gorî ayeta 12an ji sûreyê Nîsa dayika we heştyeka mîratê digre:

“… Eger zarokên we nebin çaryeka mîrateya ku we li pey xwe hiştiye ji bo jinên we ye. Vêca eger zarokên we hebin, ji bo wan heştyeka mîrateya ku we li pey xwe hiştiye heye. Ev jî piştî pêkanîna qewîtiya we û piştî dayîna deynê we ye…” (Nîsa, 4/12)

Her wiha li gorî ayeta 11an ji heman sûreyî hûn, nîvê birayê xwe par digrin:

Xwedê, di der barê zarokên we de li we ferman dike ku ji mîratê, ji kuran re bi qasî para du keçan heye… Bav (û dayik)ên we û kurên (zarokên) we, ji aliyê fêdeyê ve hûn nizanin kîjan ji we re  nêztir in.” (Nîsa, 4/11)

Li gorî vê mîrat dê bi bal 24 paran ve were dabeşkirin. 3 par ji dayika we re, 7 par ji we re û 14 par jî birayê we re dikeve.