Ma caiz e ku mirov piştî nimêjan li mizgeftê bi destê hev bigre?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Nimêj Tarih: 29 Nisan 2019

Pirs: Piştî kirina nimêjên ferz cemaet li mizgeftê dikevin rêzê, bi destê hev digrin û ji hev re wiha dibêjin: “Xwedê qebûl bike.” Ma kirina vî karî her gav tiştekî rast e?

Bersiv: Sunnet eku Misilmanên pêrgî hev hatin di serî de silavê li hev bikin, piştre jî bi destê hev bigrin. Di der barê girtina bi destê hev de du hedîsên ku ji Pêxemberê me hatine ragihandin wiha ne:

Bera (x.j.q) vedibêjê: Resûlullah aleyhisselam ferman kir ku:

Dema du kesê Misilman pêrgî hev hatin bi destê hev bigrin, beriya ku ji hev biqetin teqez gunehên wan (ên biçûk) tên bexşandin.” (Ebû Dawûd, Edeb, 153; Tirmizî, Îsti’zan, 31)

‘Etayê Xorasanî vedibêje: Resûlullah aleyhisselam ferman kir ku:

Bi destê hev bigrin, da ku kîna di dilan de biçe. Diyariya bidin hev, da ku evîn peyda bibe û neyarî ji holê rabe.” (Muwette’, Husnu’l-Xulq, 16)

Lê belê piştî kirina nimêjan mirov têkevin rêzê, bi destê hev bigrin, ji hev re bibêjin “Xwedê qebûl bike” û vê yekê ji xwe re bikin tore, ev nakeve bin hukmê sunneta ku li jor borî. Di ber barê vê yekê em dixwazin ji werger û şîroveya berhema “Sunen a Ebû Dawûd” van agahiyan parve bikin:

Girtina bi destê hev piştî Nimêja Sibeh û ‘Esrê

İmam Newewî di berhema xwe ya bi navê “el-Ezkar”ê de di der barê mijara girtina bi destê hev de wiha dibêje:

“Bizanibe ku di her pêrgîhevhatinê de, musteheb e ku mirov bi destê hev bigre. Girtina bi destê hev piştî nimêja sibeh û ‘esrê ya ku mirovan ji xwe re kirine adet, tu têkiliya wê bi dîn re tuneye. Lê belê tu ziyana wê jî tuneye. Lewra girtina bi destê hev di bingeha xwe de sunnet e. Zêdegaviya mirovan di gelek rewşan de û kirina wan a bi kêmasî, wê, ji sunnetiyê dernaxe. (…) Girtina bi destê hev piştî nimêja sibeh û ‘esrê ji bid‘etên mubah e.” (Muhammed İbn Allan, el-Futûhatu’r-Rabbaniyye, V, 397-399.)

Ji alimên mezhebê Henefî ‘Eliyyu’l-Qarî, wiha îtiraz li vê nêrîna Îmam Newewî kiriye:

“Diyar e ku Îmam Newewî ketiye nakokiyeke aşkere. Lewra çawa mirov nikare ji sunneta ku mirov hin caran dikin re bibêje bid‘et, kirina wan a vê sunnetê –ne bi awayê musteheb û meşrû– piştî nimêja sibeh û ‘esrê jî re nayê gotin sunnet. Lewra ya meşrû, çawa ku mirov pêrgî hev hat, bi destê hev bigre. Hin caran mirov digel pêrgî hevdu hatine jî bêyî ku bi destê hev bigrin demeke dirêj sohbet dikin û mijarên zanistî gotûbêj dikin. Piştî ku nimêj dikin bi destê hev digrin. Kirina wan û ya sunnet qet xwe nadin ber hev! Ji ber vê yekê hin alimên me yên ji mezhebê Henefî, bi awayekî zelal vegotine; bid‘eta ku Îmam Newewî behsa wê kiriye, ji bid‘etên mekrûh û mezmûm e.” (‘Eliyyu’l-Qarî, Mirqatu’l-Mefatîh, IV, 74-575)

(…) Di der barê vê yekê Îbn ‘Abidîn wiha dibêje:

“Gava mirov bi tenê piştî nimêjan bi destê hev bigre, hin kesên nezan dê guman bikin ku ev yek sunnet e û ji musafeheya ku di wextên din de tê kirin bi xêrtir e. Lê belê ji selefan tu kesî di van wextan de bi destê hev negirtiye. Ji ber vê yekê girtina bi destê hev piştî nimêjan di her halî de mekrûh. Ev, ji adetên Rafiziyan e.” (Îbn ‘Abidîn, Reddu’l-Muxtar, V, 244)

ÇAVKANÎ: Sünen-i Ebu Davud Terceme ve Şerhi, Hüseyin Kayapınar, Necati Yeniel, Necat Akdeniz, Weşanxaneya Şamil, Edeb, babê 141-142an. Şîroveya hedîsa 5212an)

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma niyeta nimêjê çawa tê anîn? 09.01.19 154
2 Ma kirina nimêjê li ser sicadeya ku wêneyê Ke‘beyê li ser heye caiz e? 27.02.19 113
3 Ma hedisa kesê çar qam sunnetên berî nîvro meke, mehdervaniya min nagihîjê, sehîh e? 16.04.19 50
4 Ma rast e ku “jina bêhn di xwe dabe, heta xusla xwe raneke nikare nimêj bike” 10.01.19 191
5 Ma mirovê meynoş heta 40 rojan nikare nimêj bike? 28.02.19 88
6 Ma mêr dikare li malê li pêşiya hevser û zarokên xwe îmamtiyê bike? 17.04.19 64
7 Xwendekarên dibistanê dê nimêjên xwe çawa bikin? 15.01.19 151
8 Ma zarok dikarin li pêşiya mezinan îmamtiyê bikin? 05.03.19 94
9 Ma mirov dikare nimêja îdê bi tenê bike? 18.04.19 56
10 Ma jin dikare îmamtiya jinan bike? 23.01.19 151
11 Ma di navbera herdu secdeyên nimêjê de duayekî ku were xwendin heye? 06.03.19 93
12 Çima nimêj Misilmanan ji şirkê dûr nagre? 22.04.19 48
13 Mirov di kîjan rewşan de dikare peya nimêj bike? 24.01.19 130
14 Nimêj kengî li zarokan ferz dibe? 07.03.19 118
15 Ma kirina nimêjê li rastê mizgeftê bi xêrtir e? 24.04.19 47
16 Mirov di demên kar de dê nimêjên xwe kengî bike? 25.01.19 135
17 Ma lixwekirina kum an jî şaşikê ji bo nimêjê lazim e? 11.03.19 96
18 Ma mirov dikare di rêwîtiyê de nimêjên xwe çar qam bike? 25.04.19 47
19 Ma nabe ku karkerên me nimêjên xwe bihêlin qezayê? 28.01.19 130
20 Ma nimêjeke bi navê nimêja hacetê heye? 12.03.19 88
21 Ma caiz e ku mirov piştî nimêjan li mizgeftê bi destê hev bigre? 29.04.19 45
22 Eger piştî nimêjê diyar bibe ku îmam bêdesmêj e dê çi bê kirin? 29.01.19 128
23 Ma xwendina sûreyên nimêjê di nimêjê de şert e? 14.03.19 85
24 Ma mirov dikare nimêjên ferz bi tena serê xwe bike? 30.04.19 46
25 Ma qibleya Misilmanan ya ewil Ke‘be yan Beytul-Meqdis bû? 24.12.18 140
26 Dema jin di pêşiya nimêjker re derbas bibe, ma nimêj betal dibe? 30.01.19 138
27 Ma delîla nimêjên sunnet ji ayetê heye? 25.03.19 77
28 Ma ji bo kirina nimêjê divê mirov ji serkarê xwe destûrê bixwaze? 02.05.19 42
29 Di nimêja bi cemaetî de ma şert e ku mirov bibêjê “tebayî îmamê hazir” 25.12.18 165
30 Da ku bikaribim rabim nimêja sibehê divê ez çi bikim? 31.01.19 127
31 Ma mirov dikare li odeya razanê nimêj bike? 28.03.19 76
32 Di nimêja bi cemaetî de divê cemaet kengî silavê bide? 26.12.18 219
33 Ez nikarim xwe bi tevahî bidim nimêjê. Divê ez çi bikim? 01.02.19 156
34 Ma sûreyên di nimêjê de tên xwendin, Cebraîl hînî Pêxemberê me kirine? 03.04.19 64
35 Ma hilkirina milan di nimêjê de mekrûh e? 27.12.18 223
36 Ma mirov dikare bi pêlavê nimêj bike? 06.02.19 111
37 Ma di nimêjê de ken, hem nimêj hem jî destmêjê betal dike? 04.04.19 73
38 Ma jin dikarin bêyî lixwekirina goreyan nimêj bikin? 28.12.18 162
39 Ma mirov dikare bi kincên bi resm nimêj bike? 18.02.19 110
40 Gava ferzeke destmêjê kêm be, nimêj qebûl dibe an na? 05.04.19 89
41 Ma em nimêjên xwe yên sunnet li mizgeftê yan li malê bikin? 31.12.18 173
42 Ma nimêja jinan ji ya mêran cuda ye? 19.02.19 115
43 Ma mirov dikare li kargehê rûniştî nimêj bike? 09.04.19 84
44 Ma mirov kengî rêwî tê hesabkirin? 03.01.19 151
45 Ma divê em li leşkeriyê çawa nimêj bikin? 20.02.19 103
46 Nimêja şevê kengî û çawa tê kirin? 10.04.19 77
47 Ma sûreyên di nimêjê de tên xwendin divê li pey hev bin? 08.01.19 144
48 Kesê Şafiî gava di nimêja 4 rek‘etî de rabe rek‘eta pêncan divê çi bike? 25.02.19 101
49 Ma mirov dikare di dawiya ezanê de selayê bixwîne? 15.04.19 72