Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare di rêwîtiyê de nimêjên xwe çar qam bike?

Ma mirov dikare di rêwîtiyê de nimêjên xwe çar qam bike?

Pirs: Ma mirov dikare di rêwîtiyê de bêyî kurtkirin nimêjên xwe çar qam bike?

Bersiv: Nimêjên ku 4 qam tên kirin, di halê rêwîtiyê de 2 qam tên kirin. Ango kirina nimêjê di rêwîtiyê de 2 qam, ne qesr/kurtkirin e. Li berevajî vê bi sedema ku wiha hatiye ferzkirin bi vî awayî tê kirin.

Ayetên 10-103an ji sûreyê Nîsa destnîşan dikin ku kurtkirina nimêjê ango di dewsa 2 qaman de mirov 1 qamê bike, bi tenê di halê ku tirs hebe tê kirin. Ayetên têkildar wiha ne:

Dema hûn derketin rêwîtiyekê eger hûn endîşe bikin ku kafir dê êrîşî we bikin ji bo we tu guneh tuneye ku hûn wê nimêja (li rêwîtiyê tê kirin) bi kurtî bikin. Bê guman kafir ji bo we neyarên aşkere ne.

Dema tu digel wan bî, vêca te li pêşiya wan nimêj tam kir, êdî bila komek ji wan digel te nimêj bike û bila çekên xwe hilgirin. Êdî piştî ku çûn sicûda (yekem) bila biçine paş û bila koma din a ku nimêj nekiriye, bê bi te re nimêj bike, bila ew jî çekên xwe hilgirin û tedbîra xwe bistînin. Kafir, ji dil dixwazin ku haya we ji çek û pertalên we nemîne da ku bi carekê re êrîşî ser we bikin. Eger hûn ji baranê eziyet bibînin yan jî hûn nexweş bin tu guneh ji we re tuneye ku hûn çekên xwe deynin cihekî, lê belê dîsa jî tedbîra xwe bistînin. Bê guman Xwedê  ji kafiran re ezabekî riswaker amade kiriye. (Nîsa, 4/101-102)

Bireserê lêkera “eqame” (أقام) ya ku di ayeta 102an de derbas dibe bêjeya “es-selat”ê ye. Ji îbareyên bi vî rengî yên ku di Qur’anê de derbas dibin tê fêhmê ku divê nimêj tam were kirin. Bi sedema ku Resûlullah aleyhisselam li pêşiya cemaetê 2 qam kiriye bi awayê “فأقمت لهم الصلاة , vêca te li pêşiya wan nimêj tam kir” hatiye îfadekirin. Ango Resûlullah bêyî ku nimêja xwe qesr bike, 2 qaman kiriye. Li berevajî vê, bi sedema ku yên li pey wî nimêja we kurt kirine “فلتقم طائفة منهم معك êdî bila komek ji wan digel te nimêj bike” hatiye gotin.

Riwayeteke ku ji ‘Ebdullahê kurê ‘Umer (x.j.q) hatiye neqilkirin wiha ye:

“Ez bi Resûlullah re derketim (gelek) rêwîtiyan. Ji du qaman zêdetir nimêj nedikir. Ez bi Ebû Bekir re çûm. Wî jî –heta ku jiyana xwe ji dest da– ji du qaman zêdetir nedikir. Ez bi ‘Umer û ‘Usman re jî derketim rêwîtiyê, wan jî heman tişt dikirin.” (Îbn Mace, Îqametu’s-Selat, 75; Nesai, Teqsîru’s-Selat, 5)

Pêemberê me aleyhisselam di rêwîtiyê de nimêjên 4 qam, her gav 2 qam kirine. Bi sedema ku wî ferman kiriye: “Wekî hûn dibînin; ez çawa nimêj bikin, hûn jî wisa bikin” (Buxarî, Ezan, 18) divê em jî bi vî awayî nimêj bikin.

Eger em dubare bikin: Di rêwîtiyê de ji bilî nimêja mexribê temamê nimêjan 2 qam tên kirin û di vê kirinê tu kurtkirin tuneye. Bi tenê di rewşa hebûna tirsa ji neyar, nimêj tên kurtkirin. Ev jî mîna ku li jor hat diyarkirin; nimêjên ferz yên ku di rêwîtiyê de jixwe 2 qam tên kirin, mirov bi awayê qamekê bike.

Ji agahiyên berfirehtir di der barê kirina nimêjê di rêwîtiyê de ji kerema xwe re serî li navnîşanên jêr bidin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/seferilikte-namazlar-kisaltilir-mi-kisaltilmaz-mi.html

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/seferilikte-namazlari-kisaltarak-kilmak-sart-midir.html