Fetwayen Kurdi
Ma kirina nimêjê li rastê mizgeftê bi xêrtir e?

Ma kirina nimêjê li rastê mizgeftê bi xêrtir e?

Pirs: Ma kirina nimêjê li rastê mizgeftê bi xêrtir e? Di der barê vê yekê ayet an jî hedîsek heye?

Bersiv: Di der barê fezîleta kirina nimêjê li rastê mizgeftê de tu ayet an jî hedîeke sehîh tuneye.

Di nimêja bi cemaetî de –çi li aliyê rastê çi jî li aliyê çepê– divê di serî de sefên pêş werin tijekirin, sef birêkûpêk bin û valahî di navbera sefan de tunebe. Çend hedîsên di der barê vê yekê de wiha ne:

Enesê kurê Malik (x.j.q) wiha vedibêje: Resûlullah aleyhisselam ferman kir ku:

Sefên xwe rast bikin. Lewra sererastkirina sefan ji kemalatên nimêjê ye.” (Buxarî, Ezan 132, 72, 74, 76; Muslim, Selat 124, (433, 434); Ebû Dawûd, Selat 94; Nesaî, Îmamet 27, 28, 30.)

‘Ebdullahê kurê ‘Umer (x.j.q) wiha vedibêje: Resûlullah aleyhisselam ferman kir ku:

Sefên xwe rast bikin, milên xwe bînin heman hîzayê, valahiyên di navbera xwe de dagrin, li hemberî destê birayên xwe (yên ku dixwazin sefê sererast bikin) nazik bin. Ji bo şeytan valahiyan mehêlin. Kî bigihîje sefê, Xwedê jî digihîjê. Kî jî ji sefê veqete, Xwedê jî jê vediqete. (Ebû Dawûd, Selat 94; Nesaî, Îmamet 31).

Cabirê kurê Semûre (x.j.q) wiha vedibêje: Resûlullah aleyhisselam ferman kir ku:

Ma hûn jî mîna sefgirtina ferîşteyan li pêşberî Rebbê xwe, sef nagrin?” Me pirsî “Ma ferişte çawa sef digrin?”

Got: “Ew, sefên pêşî dadigrin û di sefê de bi rêkûpêk radiwestin.” (Muslim, Selat 119, (430); Ebû Dawûd, Selat 94)