Fetwayen Kurdi
Çima nimêj Misilmanan ji şirkê dûr nagre?

Çima nimêj Misilmanan ji şirkê dûr nagre?

Pirs: Di Qur’anê de derbas dibe ku “nimêj mirov ji xerabiyan dûr digre.” Digel vê yekê çawa hin Misilmanan dikevin gunehê şirkê? Ma ne divê îbadetên wan ew ji vî gunehî dûr bigirta?

Bersiv: Dema însan xwe li hemberî şirkê neparêze, tu tiştek mirov li pêşberî ketina şirkê muhafeze nake. Diyar e ku pêxember di perestin û îbadetên xwe de kêmasiyê nakin. Lê belê digel vê yekê Xwedê Teala, ew jî di mijara ketina şirkê de hişyar kirine û wiha ferman kiriye:

Bibêje! Gelî nezanan! Ma hûn li min emir dikin ku ez ji bilî Xwedê îbadeta tiştekî din bikim?

Bi rastî bi bal te ve û bi bal pêxemberên beriya te ve wiha hatiye wehîkirin: ‘Eger tu bikevî şirkê, karên te dê pûç dibin û tu dê bibî ji yên xesirî.’

Naxêr, bes îbadeta Xwedê bike û bibe ji şukirdaran.

Wan qedrê Xwedê bi awayê pêdivî negirt. Hal ev e ku roja qiyametê erd tev di teserûfatiya Wî de ye. Asîman jî dê bi hêza Wî li hev bên pêçandin. Ew, ji tiştên ku jê re dikin şerîk pak û bilind e.” (Zumer, 39/64-67)

“Bibêje: Ma ez ê ji bilî Xwedê ji bo xwe dost û arîkarekî bigrim. Afirînerê erd û asmanan Ew e. Ew risq dide û nayê riziqdan? Bibêje: Bê guman ferman li min hatiye kirin ku bibe ji mislimanên pêşî û zinhar (!) nebe ji wan ên ku ji bo Xwedê hevpişkan çêdikin.

Bibêje: Bê guman eger ez bêemriya Rebbê xwe bikim, ez ji ezabê wê roja mezin ditirsim.” (En’am, 6/1415)

Ayeta ku di pirsa we de derbas dibe jî wiha ye:

اتْلُ مَا أُوحِيَ إِلَيْكَ مِنَ الْكِتَابِ وَأَقِمِ الصَّلَاةَ إِنَّ الصَّلَاةَ تَنْهَى عَنِ الْفَحْشَاءِ وَالْمُنْكَرِ وَلَذِكْرُ اللَّهِ أَكْبَرُ وَاللَّهُ يَعْلَمُ مَا تَصْنَعُونَ

Vê kitêba ku ji bo te hatiye wehîkirin bixwîne û bi awayê pêdivî nimêj bike. Bê guman nimêj mirov ji bêtoretî û xerabiyan dûr digre. Bi rastî zikrê Xwedê mezin e. Xwedê bi ya ku hûn dikin dizane.” (‘Enkebût, 29/45)

Ev tê wateya kesê nimêj dike, di van mijaran pirtir hesas e. Yekî wiha, dema li ser kirina gunehan dewam bike an jî hevpişkan ji Xwedê re çêbike, ev yek destnîşan dike ku wî bi awayê pêdivî nimêj nekiriye. Riwayeteke ku ji Pêxember aleyhisselam hatiye ragihandin wiha ye:

من لم تنهه صلاته عن الفحشاء والمنكر لم تزده من الله إلا بعدا

“Kesê nimêja wî, li pêşiya bêarî û xerabiyan nebe asteng, ew nimêj bi tenê wî ji Xwedê dûr dike.” (Taberanî, Mu’cemu’l-Kebîr, c: 11, rp: 54)

Lewra kesê bi vî rengî, digel ku rêya xwe şaş kiriye, bi sedema ku nimêj dike guman dike ku li ser rêya rast e.