Fetwayen Kurdi
Ma caiz e ku mirov piştî nimêjan li mizgeftê bi destê hev bigre?

Ma caiz e ku mirov piştî nimêjan li mizgeftê bi destê hev bigre?

Pirs: Piştî kirina nimêjên ferz cemaet li mizgeftê dikevin rêzê, bi destê hev digrin û ji hev re wiha dibêjin: “Xwedê qebûl bike.” Ma kirina vî karî her gav tiştekî rast e?

Bersiv: Sunnet eku Misilmanên pêrgî hev hatin di serî de silavê li hev bikin, piştre jî bi destê hev bigrin. Di der barê girtina bi destê hev de du hedîsên ku ji Pêxemberê me hatine ragihandin wiha ne:

Bera (x.j.q) vedibêjê: Resûlullah aleyhisselam ferman kir ku:

Dema du kesê Misilman pêrgî hev hatin bi destê hev bigrin, beriya ku ji hev biqetin teqez gunehên wan (ên biçûk) tên bexşandin.” (Ebû Dawûd, Edeb, 153; Tirmizî, Îsti’zan, 31)

‘Etayê Xorasanî vedibêje: Resûlullah aleyhisselam ferman kir ku:

Bi destê hev bigrin, da ku kîna di dilan de biçe. Diyariya bidin hev, da ku evîn peyda bibe û neyarî ji holê rabe.” (Muwette’, Husnu’l-Xulq, 16)

Lê belê piştî kirina nimêjan mirov têkevin rêzê, bi destê hev bigrin, ji hev re bibêjin “Xwedê qebûl bike” û vê yekê ji xwe re bikin tore, ev nakeve bin hukmê sunneta ku li jor borî. Di ber barê vê yekê em dixwazin ji werger û şîroveya berhema “Sunen a Ebû Dawûd” van agahiyan parve bikin:

Girtina bi destê hev piştî Nimêja Sibeh û ‘Esrê

İmam Newewî di berhema xwe ya bi navê “el-Ezkar”ê de di der barê mijara girtina bi destê hev de wiha dibêje:

“Bizanibe ku di her pêrgîhevhatinê de, musteheb e ku mirov bi destê hev bigre. Girtina bi destê hev piştî nimêja sibeh û ‘esrê ya ku mirovan ji xwe re kirine adet, tu têkiliya wê bi dîn re tuneye. Lê belê tu ziyana wê jî tuneye. Lewra girtina bi destê hev di bingeha xwe de sunnet e. Zêdegaviya mirovan di gelek rewşan de û kirina wan a bi kêmasî, wê, ji sunnetiyê dernaxe. (…) Girtina bi destê hev piştî nimêja sibeh û ‘esrê ji bid‘etên mubah e.” (Muhammed İbn Allan, el-Futûhatu’r-Rabbaniyye, V, 397-399.)

Ji alimên mezhebê Henefî ‘Eliyyu’l-Qarî, wiha îtiraz li vê nêrîna Îmam Newewî kiriye:

“Diyar e ku Îmam Newewî ketiye nakokiyeke aşkere. Lewra çawa mirov nikare ji sunneta ku mirov hin caran dikin re bibêje bid‘et, kirina wan a vê sunnetê –ne bi awayê musteheb û meşrû– piştî nimêja sibeh û ‘esrê jî re nayê gotin sunnet. Lewra ya meşrû, çawa ku mirov pêrgî hev hat, bi destê hev bigre. Hin caran mirov digel pêrgî hevdu hatine jî bêyî ku bi destê hev bigrin demeke dirêj sohbet dikin û mijarên zanistî gotûbêj dikin. Piştî ku nimêj dikin bi destê hev digrin. Kirina wan û ya sunnet qet xwe nadin ber hev! Ji ber vê yekê hin alimên me yên ji mezhebê Henefî, bi awayekî zelal vegotine; bid‘eta ku Îmam Newewî behsa wê kiriye, ji bid‘etên mekrûh û mezmûm e.” (‘Eliyyu’l-Qarî, Mirqatu’l-Mefatîh, IV, 74-575)

(…) Di der barê vê yekê Îbn ‘Abidîn wiha dibêje:

“Gava mirov bi tenê piştî nimêjan bi destê hev bigre, hin kesên nezan dê guman bikin ku ev yek sunnet e û ji musafeheya ku di wextên din de tê kirin bi xêrtir e. Lê belê ji selefan tu kesî di van wextan de bi destê hev negirtiye. Ji ber vê yekê girtina bi destê hev piştî nimêjan di her halî de mekrûh. Ev, ji adetên Rafiziyan e.” (Îbn ‘Abidîn, Reddu’l-Muxtar, V, 244)

ÇAVKANÎ: Sünen-i Ebu Davud Terceme ve Şerhi, Hüseyin Kayapınar, Necati Yeniel, Necat Akdeniz, Weşanxaneya Şamil, Edeb, babê 141-142an. Şîroveya hedîsa 5212an)