Ma mirov dikare li ser navê malbatê bi tenê qurbanekê serjê bike?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Qurban Tarih: 17 Haziran 2019

Pirs: Ev 6 meh e ku ez zewicandî me. Hevserê min di firmayekê dixebite. Derfeta wî ya serjêkirina qurbanê heye û dê serjê bike jî. 120 gr. xişrên min ên zêr hene. Di vê rewşê de ma divê ez jî qurbanekê serjê bikim?

Bersiv: Li gorî mezhebê Henefi –jixwe ew serjêkirina qurbanê wacib dibînin– her jina/mêrê ku bi qasî nîsabê zekatê malê wê/wî hebe, divê qurbanekê serjê bike. Serjêkirina ferdekî ji efradên malbatê berpirsyariyê ji ser yên din ranake. Li gorî mezhebê Şafîî, Malikî û Henbelî –digel hin cudahiyên biçûk ev mezheb serjêkirina qurbanê sunnet qebûl bikin– û gelek alimên din, çêdibe ku di malbatê de bi tenê yek qurbanekê –dibe ku ev qurban mih an jî bizin be– serjê bike û bi vî awayî hemî di xêra wê qurbanê dibin beşdar. (Bnr: Ali Bardakoğlu, “Kurban (İslam’da Kurban)”, Diyanet İslam Ansiklopedisi, Enqere, 2002, c: 26, rp: 437)

Di ayeta 34an ji sûreyê Hec de serjêkirina qurbanê li “her ummetê/civakê” hatiye barkirin. Her wiha Resûlullah jî hin caran hem ji bo efradên malbata xwe û hem jî li ser navê ummeta xwe qurban serjê kiriye. Ev yek destnîşan dikin ku nêrîna cumhûrê ango piraniya aliman  rasttir e.

Resûlullah aleyhisselam di vê gotina xwe de serjêkirina qurbanê bi efradên malbatê re girêdaye: “Gelî mirovan! Divê her malbat salê carekê qurbanekê serjê bike.” (Ebû Dawûd, Dehaya, 1; Tirmizî, Edahî, 19; Îbn Mace, Edahî, 2). Li aliyê din Resûlullah salekê di cejna Qurbanê de bi tenê beranek kiriye qurban û wiha dua kiriye: “Bismillah… Xwedayê min! (Vê qurbanê) ji Muhemmed, ji malbata wî û ji ummeta Muhemmed qebûl bike.” (Muslim, Edahî, 19 [1967}.  Her wiha di çavkaniyan hatiye neqilkirin ku wî du beranên biqiloç û qelew gorî kirine. Yek, ji bo kesên ku ji ummeta wî derfeta serjêkirinê nedîtine. Yê din jî ji bo xwe û efradên malbata xwe.

Li aliyê din em dixwazin di vir de cî bidin gotineke Xalidê kurê Zeyd (Ebû Eyyûbê el-Ensarî). Etayê ku Yesar (w. 103/721) yê ku ji pêşiyên serdema tabiiyan e, ji Ebû Eyyûbê el-Ensarî di der barê jimara qurbanên ku di wexta Resûlullah de dihatin serjêkirin pirsek kiriye. Wî jî wiha bersiv daye:

“(Di zemanê Resûlullah de) Mirov bi tenê ji bo xwe û malbata xwe qurban serjê dikir. Hem wan ji goştê wê dixwarin, hem jî didan yên din. Lê belê piştre êdî gel (bi serjêkirina qurbanên gelek) îftixar kirin û wekî ku tu îro dibînî rewş gihaşt vî halî.” (Tirmizî, Eđehî, 10; Îbn Mace, Eđahî, 10; Muwetta, Dehaya, 4)

Di bin ronahiya van agahiyan de diyar dibe ku serjêkirina qurbanekê ji bo kesên ku mirov ji dayina nefeqeyên wan berpirsyar e kafî ye. Wekî din dema mirov bi gelemperî li riwayetên di derbarê vê yekê de dinêre, tê fêhmê sehabiyan di zemanê Pêxember aleyhisselam de îbadeta qurbanê wiha fêhmkirine û digel ku Resûlullah ji vê kirina wan haydar bûye, tu şêwazekî neyênî nîşan nedaye. Her çiqas di nav fuqehayan de di der barê ka mih an jî bizinek ji bo çend kesan dibe qurban hin gengeşî hebin jî, ev riwayetên han bi awayekî zelal û vebirî destnîşan dikin ku serjêkirina mih an jî bizinekê ji bo efradên malbetekê kafî ye.

Di encamê de ji efradên malbatê kesên ku derfata wan a serjêkirinê hene, ne lazim e ku her yek ji wan qurbanekê serjê bike. Di serjêkirina heywaneke biçûk (mih an jî bizin) ji bo malbatê tu mehzûrek tuneye. Di vê de jî –wekî ku Pêxexmber aleyhisselam kiriye- mezinê malbatê dikare temamê mesref bigre ser xwe, an efradên malbatê mesrefê qurbanê di nav xwe belav bikin, an jî malbat bibe beşdarê parekê ji qurbanekê wekî çêlek û hêştirê. Lê belê her yek ji efradên malbatê dikarin qurbanekê li ser navê xwe serjê bikin.

ÇAVKANÎ: Yahya Şenol, “Kurbanla Gönülleri Hoş Tutmak”, Kitap ve Hikmet Dergisi, Ekim-Aralık 2014, Jimar: 7, rp: 58-62.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş