Fetwayen Kurdi
Gelo caiz e ku meriv bi rêya “Tüp bebek” bibe xwedî zarok?

Gelo caiz e ku meriv bi rêya “Tüp bebek” bibe xwedî zarok?

Pirs: Ji aliyê Îslamî ve hukmê ku meriv bi rêya zarokê lûleyan “Tüp bebek” bibe xwedî zarok çi ye?

Bersiv: Biryara Komiteya Bilind ya Karên Dînî (Din İşleri Yüksek Kurulu) ya ku di derbarê zaroka lûleyan de “Tüp bebek” û em jî wê qebûl dikin, li jêr e:

Ji ber sedemê qusûrek ji zilam an jî ji pîrekê, dema bi rêya normal ne pêkan be ku pîrek bi hemil bibe;

Hêk û sperma ku dê berê wê bê girtin, divê ku herdu jî ji mêr û jina zewicandî be, ango divê yek ji wan jî ne yê kesên xerîb be;

Hêka ku berê wê hatiye girtin, ne di malzaroka pîrekeke biyanî de, belbî divê di malzaroka xwe de (ango pîreka xwediyê hêkê de) pêş de biçe;

Ev karê han, divê ji aliyê tibê ve were tesbîtkirin ku dê li ser wan çi dê û bav; çi jî zarokê/a dê were dinyayê ji aliyê madî, rûhî û eqlî ve tu bandoreke neyînî çênebe;

Bi van şertan, pîrekên zewicandî yên bi ku rêya normal bi hemil nabin û nikarin bibin dayik, dema bi rêyên tibî yên curbicur bi hemil bibin, ji aliyê hukmên Îslamî ve tu mehzûreke wê tune ye.

Eger meriv bi rêya hêka pîrekeke xerîb an jî bi rêya spermên zilamekî ne mêrê wê be, bi hemilbûna pîrekekê bi dest bixe, ji ber ku hestên mirovantiyê rencîde dike û bi sedem ku unsurên zinayê di xwe de dicivîne, ne caiz e.