Fetwayen Kurdi
Gelo durist e ku pîrekeke biyanî, zaroka meriv di malzaroka xwe de hilgire?

Gelo durist e ku pîrekeke biyanî, zaroka meriv di malzaroka xwe de hilgire?

Pirs: Di halê ku malzaroka pîrekê tune be, meriv bi rêya hêkên pîrekê û spermên mêr bi awayekî çêkirî bigihîne hev û bide pîrekeke xerîb, da ku bi vî awayî bibe xwedî zarok, caiz e yan na?

Bersiv: Ne caiz e ku meriv, bi rêya hilgirtina zarokê di malzaroka pîrekeke xerîb de bibe xwedî zarok. Lewra Xwedê Teala biryar û fermana ku diya zarokê ya ku zarok aniye dinyayê, daye. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ji we, ên ku jinên xwe dişibênin dayikên xwe, jinên wan ne dayikên wan in. Dayikên wan tenê ew ên ku ew welidandine. Birastî ew, gotineke derew û dûrî heqiyê dibêjin. Bêguman Xwedê lêbuhêr û gunehveşêr e.”[1]

Xwedê Teala di gelek ayetên din de jî balê dikişîne ser ku pîrek zaroka xwe di malzaroka xwe de hildigire.[2] Di roja me ya îroyîn de jî lêkolînên zanistî û bijîşkî didin nîşandan ku zaroka di malzaroka diya xwe de ye, ji xwarin û vexwarina dê bigirin hemî hal û hereketên dayikê dibe ku li ser zarokê bandor bikin.

Li aliyê din, di vê mijarê de di mêjûya 05.01.2002 biryareke Komiteya Bilind ya Karên Dînî (Din İşleri Yüksek Kurulu) ya Diyanetê heye. Em jî beşdarî wê qerarê dibin.

NÎŞE: Ji bo kesên ku dixwazin agahiyên berfirehtir bi dest bixin, em tewsiya xwendina gotareke zanistî yaÜlfet Görgülü, “Taşıyıcı Annelik-Fıkhi Bir Bakış”, İslam Hukuku Araştırmaları Dergisi, 2010, sayı: 15, s. 197-208.dikin.

Meriv dikare ji kovara “İslam Hukuku Araştırmaları” an jî ji malpera “İSAM Kütüphanesi”, xwe bigihîne vê gotarê.



[1] Mucadele, 58/2.

[2] Ji bo ayetên têkildar bnh. Loqman, 31/14; Ehqaf, 46/15.