Fetwayen Kurdi
Di demên hebilbûna pîrekê de ma munasebeta cinsî qedexe ye?

Di demên hebilbûna pîrekê de ma munasebeta cinsî qedexe ye?

Pirs: Ma di dema hemilbûna jinan de têkiliya cinsî caiz e û tu qedexebûnek li ser vê yekê heye yan na?

Bersiv: Tu hukmên ku di dema avisiyê de munasebeta cinsî qedexe bike tune ne. Wextên ku têkiliya cinsî di wan de qedexe ne wiha ne: Wextê binêmijiya jinan ango xwînmehê, çilê piştî welidandinê, wexta ji bo hec û ‘umreyê dikevin îhramê û wexta îtikafê ne.

Ji bo têkiliya cinsî di dema hamilbûnê de beriya her tiştî, gotina doktorekî pispor esas e. wekî ku tê zanîn, têkiliya cinsî heta demên dawî jî ne zirarê dide pîrekê û ne jî dide zaroka ku di nava wê de ye. Di van rewşan de tu zirar û qedexebûn tune ye.

Lê belê ji bo demên herî dawî eger doktor bibêje ku munasebeta cinsî dê zirarê bide pîrekê yan jî bide zarokê, wê gavê ji aliyê dinî ve jî dûrketina ji helwesteke wiha pêwîst e. Lewra di dînê me de rêgez û distûrek wiha heye: “Ne zirarê bide û ne jî zirarê bibîne.”[1]



[1] Îbn Mace, Ehkam, 17; Muwetta, Aqdiye, 31; Ehmed kurê Henbel, Musned, 5/327.