Fetwayen Kurdi
Ma di rojên cejnê de munasebeta cinsî  heram e?

Ma di rojên cejnê de munasebeta cinsî heram e?

Pirs: Di rojên cejnê de çûna bi bal nivîna pîrekan ve, gelo qedexe ye yan na?

Bersiv: Di rojên cejna Remezanê, Qurbanê û şeva înê yan jî şevên mubarek ên meha Remezanê, ne qedexeye ku mêr û jin herin nav nivînên hev. Belbî di rojên heyza pîrekê yan jî piştî ku zarok tê dinyayê; di dema çilê wan de, di demên ji bo hec û ‘umreyê dikevin îhramê û di demên îtikafê de çûna bi bal nivînên wan ve qedexe ye. Ji bilî wan deman, tu rojine taybet ku di wan de munasebeta cinsî qedexe be, tune ne.