Fetwayen Kurdi
Gelo duakirina di nav xwarinê de sunet e?

Gelo duakirina di nav xwarinê de sunet e?

Pirs: Gelo duakirina di nava xwarinê de sunet e? Û tu caran Pêxemberê me, di nava xwarinê de dua kiriye?

Bersiv: Em di pirtûkên hedîsê de ji riwayetên bi mijara me re têkildar in, rastî tu hedîseke bibêje ku Pêxemberê me (s.a.w), di nava xwarinê de dua kiriye, nehatin. Wî, di destpêka xwarinê de digot bismillah û gotina wê jî şîret dikir. Di rewşên ku bê jibîrkirin jî digot ku di nav xwarinê yan jî di dawî de hûn dikarin bibêjin. Encax dua xwarinê, piştî ku xwarin diqediya dikir. Riwayetên bi mijarê re têkildar in, wiha ne:

Hezretî Eyşe (x.j.q) dibêje ku Qasidê Xwedê (s.a.w) wiha gotiye:

Dema yekî ji we xwarin xwar, bila bibêje, bîsmillahîrrahmanîrrehîm. Eger di destpêka xwarinê de ji bîr bike, dema hat bîra wî, bila bibêje, di serî û dawî de bîsmillah.”[1]

Ji Umeyye kurê Mahşî (x.j.q): “Rojekê Qasidê Xwedê rûniştîbû, yekî li balê xwarin dixwar û bismillah negotibû. Xwarina xwe xelas kir, lê pariyekî wî yê herî dawî mabû û dema ew avêt devê xwe got: “Bîsmillah di serî û dawî de.” Li ser vê yekê Qasidê Xwedê keniya û piştre got: “Şeytan nedisekinî bi vî zilamî re dixwar. Dema zilam navê Xwedê got, şeytan tiştê xwaribû, bi vereşînê avêt.”[2]

Li gorî ku ji Ebû Umame (x.j.q) hatiye ragihandin, Qasidê Xwedê dema sifra xwe rakira wiha digot:

Ey Xwedayê me! Em bi hestên pak, bi hemdên bê jimar ên ku kêm nabin û zêde dibin û ji hizûra Te venagerin û qebûl dibin, em hemdê Te dikin.”[3]

Li gorî ku ji Muaz kurê Enes (x.j.q) hatiye ragihandin, Qasidê Xwedê (s.a.w) wiha gotiye:

Kesê ku piştî xwarinê wiha bibêje: Hemd ji Xwedayê ku ev xwarin da min, -bê ku tu hêz û qaweta min a li encamê bandor bike-, ev kir para min, hemî gunehên wî tên bexşandin.”[4]



[1] Ebû Dawûd, Et‘ime, 15; Tirmizî, Et‘ime, 47.

[2] Muslim, Eşrîbe, 103; Îbn Mace, Dua, 19; Ebû Dawûd, Et‘ime, 15; Ehmed kurê Henbel, Musned, 3/344.

[3] Buxarî, Et‘ime, 54. Wekî din bnh. Ebû Dawûd, Et‘ime, 52; Tirmizî, De’awat, 55; Îbn Mace, Et‘ime, 16.

[4] Ebû Dawûd, Lîbas, 1; Tirmizî, De’awat, 56. Wekî din bnh. Îbn Mace, Et‘ime, 16.