Da ku ez diya xwe razî bikim, ma divê ez bi yekî bê dilê xwe re bizewicim?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Zewac Tarih: 19 Şubat 2014

Pirs: Di Îslamê de mijara mafê dayikê, ez baş dizanim, herçiqas dê zilmê bike jî divê meriv pê re bi başî tevbigere. Ez ji diya xwe pir hez dikim û dixwazim di her tiştî de wê razî bikim. Lê belê diya min dixwaze bi yekî ku ez jê hez nakim re ez bizewicim. Dibêje ku tu pê re nezewicî, ez ji te razî nabim. Divê ez çi bikim, digel ku ez jê hez nakim jî da ku ez diya xwe razî bikim, ma divê ez pê re bizewicim? Gelo mafekî diya min î wiha heye?

Bersiv: Dînî me, îhtimam daye mafê dê û bav û de girîngiyeke mezin daye mijara nihêrtin û parastina wan. Di gelek ayetan de fermana îhsana bi dê û bav hatiye kirin. Îhsan jî bi mena“tevgera baş û xweş e”. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Perwerdigarê te ferman kiriye ku hûn, bi tenê ji Wî re îbadetê bikin û bi dê û bavê xwe qenciyê bikin. Vêca eger yek ji wan an jî herdu li cem te kal bibin; ji wan re nebêje “Of” û guhnedêriya wan neke û ji bo wan gotineke xweş û germ bibêje.

Wan bixe bin perê dilovaniya xwe û bibêje: Xwedayê min! Çawa ku wan di zarokantiya min de bi dilovanî ez xwedî kirim, Tu jî li wan dilovaniya xwe bike!

Perwerdigarê we, bi ya ku di dilên we de ye, baş dizane. Eger hûn qenc bin, bizanin ku Xwedê, ji bo yên ku rûyê xwe ji xerabiyan vedigerînin û berê xwe didin tobê, pir bexşîner e.”[1]

Me li însan ferman kir ku ji dê û bavê xwe re baş bin. Lewra dayika wî, bi çi zor û zehmetiyan ew di zikê xwe de hilgirtiye. Bişîrvekirina wî jî du salan dewam dike. Me li însan ferman kir ku: Hem şêkiriya Min, hem jî şêkiriya dê û bavên xwe bikin. Veger, tenê bi bal Min ve ye.

Eger ew zorê bidin te, da ku di heqê ya zanîna te pê tune ye, tu ji Min re bikî hevpişk, bi gotina wan meke! Li dinyayê bi wan re xweş derbas bike. Bide rêya kesê ku berê xwe daye Min. Paşê vegera we bes bi bal Min ve ye. Wê çaxê ya ku we dikir, Ez ê we pê agahdar bikim.”[2]

Îhsan/tevgera bi qencî ya ku di van ayetan de derbas dibe, divê meriv bi îtaeta çavgirtî re tevlihev meke. Mafê diya we, ku hûn bi yekî jê hez nakin re bizewicin, tune ye. Di vê mijarê de herî zêde, dikare li we şîret bike. Ji ber, a ku dê jiyanekê bi yê dizewice re derbas bike, hûn in, di vê meseleyê de biryardayin jî ya we ye. Divê hûn, bê ku dilê diya xwe bişikînin bi awayekî zelal jê re rave bikin û bi şeklê ku hûn dilê wê jî xweş bikin, meseleyê çareser bikin.



[1] Îsra, 17/23-25.

[2] Loqman, 31/14-15.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ên ku sirf bi rêya fermî zewicîne, ma zinayê dikin? 19.02.14 1.434
2 Meriv dikare ji yekî ku ne bavê meriv e re bibêje “bavo”? 19.02.14 1.471
3 Ma meriv dikare jina xwe ya nexweş bernede û bi baltûza xwe re bizewice? 19.02.14 1.443
4 Ma mafê mêr heye ku li jina xwe ferman bike? 19.02.14 1.573
5 Ma çêdibe ku nîkah bê mehr were birîn? 19.02.14 1.532
6 Ma nîkah bi henekan tê birîn? 19.02.14 1.475
7 Meriv dikare bi pîreka birayê xwe yê mirî re bizewice? 19.02.14 1.403
8 Da ku ez diya xwe razî bikim, ma divê ez bi yekî bê dilê xwe re bizewicim? 19.02.14 1.499
9 Hukmê zêr û xişrên ku di dawet û nîkahê de tên diyarîkirin çi ye? 19.02.14 1.404
10 Ma divê meriv ji îfadeya “Telaq du car in”, çi fêhm bike? 19.02.14 1.515
11 Di dînê me de, cih û girîngiya bekaretê çi ye? 19.02.14 1.350
12 Kesê zewicandî dema pirsgirêkên wî yên cinsî hebin, gelo dikare bi yeka din re rabe û rûnê? 19.02.14 1.582
13 Ma zewac di Îslamê de ferz e? 19.02.14 1.504
14 Gelo mexduriyeta pîreka ku ne bi rêya resmî tê berdan, dê çawa were telafîkirin? 19.02.14 1.480
15 Di kîjan rewşan de divê meriv nîkaha xwe nû bike? 19.02.14 1.462
16 Gelo mafê berdana pîreka şeva gerdekê kifş bibe ku ne bakir e, heye? 19.02.14 1.449
17 Jina ku peywirên xwe yên jinantiyê nayîne cih, ma mêrê wê dikare pê re îxanetê bike? 19.02.14 1.554
18 Ma nîhaka mut‘e di Îslamê de heye yan na? 19.02.14 1.512
19 Hukmê zewaca bi zirxwişk/zirbirayan re çi ye? 19.02.14 1.422
20 Eger nîşanî bê xerakirin, ma meriv dikare diyariyên xwe ji malbata keçikê bistîne? 19.02.14 1.406
21 Eger pîrek na bakîr be, ma mêr nikare sebebê wê bipirse? 19.02.14 1.463
22 Jina min bi pey yekî ket. Ma ez dikarim wê bînim? 19.02.14 2.695
23 Hukmê hezkirina ji yekê çi ye? 19.02.14 1.401
24 Zewaca bi yeka xeyrimuslim re çawa ye? 19.02.14 1.484
25 Piştî nîşaniyê meriv dikare dev ji hev berde? 19.02.14 1.541
26 Ma mêr dikare nehêle ku jina wî biçe serdana dê-bavê xwe, an na? 19.02.14 1.434
27 Ji tirsa zor û zehmetiyên madî malbata min naxwaze min bizewicîne. Divê ez çi bikim? 19.02.14 1.926
28 Di hilbijartina hevalekî/ê ji bo zewacê, divê mirov bala xwe bide çi? 19.02.14 1.435
29 Mêrê Misliman, ma dikare bi yeka Fileh re bizewice? 19.02.14 1.499
30 Ma lixwekirina gustîlka zewacê durist e? 19.02.14 1.493
31 Ma mêr û jin dikarin bi navê hev bangî hev bikin? 19.02.14 1.449
32 Gunehên ku me beriya zewacê kirine, ger em bi hev re bizewicin tên bexşandin? 19.02.14 1.573
33 Ma meriv dikare keça xwe bide yekî ku limêj nake? 19.02.14 1.471
34 Ma zewaca bi yeka/î ku zina kiribe û piştre poşman bûbe re durist e? 19.02.14 1.466
35 Hukmê kirina du rek’et limêj di şeva gerdekê de çi ye? 19.02.14 1.461
36 Ji aliyê dînê ve mafê mêr heye ku doza zarokan li jina xwe bike? 19.02.14 1.511
37 Rast e ku pîrek ne mecbûr in şîr bidin zarokên xwe? 19.02.14 1.645
38 Temenê keçan ji bo zewacê, herî kêm divê çiqas be? 19.02.14 1.328
39 Pîreka ku şeva wê ya gerdekê rastî dema xwînmeha wê were 19.02.14 1.482
40 Gelo hedîseke bi awayê “Şeva gerdekê divê zava lingên bûkê bişû” heye? 19.02.14 1.541
41 Zarokên pir û pêşveketin 19.02.14 1.464
42 Ma heta çend mehan divê ku ez şîr bidim zaroka xwe? 19.02.14 2.229
43 Diya me ‘Eyşe, ma neh salî bû bi Pêxemberê me re zewicî? 19.02.14 1.406
44 Ma nîkaha yeka Şafiî bi yekî Henefî re dê çawa were birîn? 19.02.14 1.416
45 Di şeva gerdekê de tu duayekî taybet heye? 19.02.14 1.419
46 Hukmê “kurtaj” ango jiberxwekirina zarokê çi ye? 19.02.14 1.374
47 Tu ayetek ku behsa bişîrvekirina zarokê bike heye? 19.02.14 1.837
48 Meriv dikare bi yeka ji xwe mezintir re bizewice? 19.02.14 1.431
49 Ma zewaca bi yeka qereçî re durist e? 19.02.14 1.405
50 Gelo xwişk û biratiya bi rêya xwînê jî heye? 19.02.14 1.482
51 Ma meriv serî li “tüp bebekê” bide yan jî bi qedera razî bibe û sebir bike? 19.02.14 1.504
52 Ma mêr û jin dikarin li derve bi destê hev bigirin û bimeşin? 19.02.14 2.110
53 Têkiliya bi nîşaniya meriv re divê çawa be? 19.02.14 1.487
54 Yekî/a Sunî dikare bi yeka/î ‘Elewî re bizewice? 19.02.14 1.385
55 Keçika ku ji diya min şîr vexwaribe, ma dibe xwişka min jî? 19.02.14 1.729
56 Ma caiz e ku pîrekeke xerîb zaroka meriv di malzaroka xwe de mezin bike? 19.02.14 1.499
57 Pîrek kengî dikare xebera hemilbûna xwe ji dost û hevalan re bibêje? 19.02.14 2.814
58 Bi duayên di dema nîşaniyê de nîkah tê birin? 19.02.14 1.363
59 Zilamê ku jina wî bimire, kengî dikare bi yeka din re bizewice? 19.02.14 1.389
60 Meriv dikare bi keçika ku bi xwişka meriv re ji heman pîrekê şîr vexwariye re bizewice? 19.02.14 1.362
61 Di heman demê de nîkah bi du kesan re were birîn? 19.02.14 1.511
62 Ma kesa/ê ku însan dê pê re bizewice, berê hatiye tayînkirin? 19.02.14 1.505
63 Ma zewaca bi kîjan eqrebayî re heram e? 19.02.14 1.371
64 Ma meriv dikare bi xwişka şîr ya xwişka xwe ya helal re bizewice? 19.02.14 1.445
65 Ma bûk mecbûr in ku xizmeta xwesû û xezûrê xwe bikin? 19.02.14 1.598
66 Ma lixwekirina bûkanê guneh e? 19.02.14 1.480
67 Kurê xal û keça metê dikarin bi hev re bizewicin? 19.02.14 1.426
68 Ên ku bi sedem xwezûrantiyê ebediyen meriv nikare bi wan re bizewice kî ne? 19.02.14 1.565
69 Ma ez mecbûr im ku li xwesûya xwe binihêrim? 19.02.14 1.457
70 Ma durist e ku nîkaha dînî bê xebera malbatê were birîn? 19.02.14 1.492
71 Di zewacên eqrebayan de çima zarok seqet çêdibin? 19.02.14 1.447
72 Meriv dikare jina xwe berde û bi baltûza xwe re bizewice? 19.02.14 1.457
73 Xwesûya min limêj nake, ma divê ez çawa pê re tev bigerin? 19.02.14 1.388