Fetwayen Kurdi
Kesê zewicandî dema pirsgirêkên wî yên cinsî hebin, gelo dikare bi yeka din re rabe û rûnê?

Kesê zewicandî dema pirsgirêkên wî yên cinsî hebin, gelo dikare bi yeka din re rabe û rûnê?

Pirs: Ev şeş sal e ku ez zewicandî me û zarokekî me heye. Bi jina xwe re di salên dawî di jiyana cinsî de hin pirsgirêkên me derketin holê. Jina min dibêje ku “eger tu bixwazî, tu dikarî bi pîrekên biyanî re rakevî”. Jina min destûrê dide, lê belê ez dizanim ku zina heram e. Divê ez çi bikim?

Bersiv: Di vê mijarê de ne destûra jina we; belbî pêdivî bi izn û destûra Xwedê, heye. Li gorî ku Xwedê Teala, zina bi awayekî teqez qedexe kiriye, divê ku hûn xwe jê dûr bigirin.

Eger pirsgirêkên jina we hebin, beriya her tiştî divê hûn wê tedawî bikin. Ev, pêkan e. Eger rewşa wê pak û durist nebe, di vî halî de bi rêya nîkaha bi yeka din re hûn dikarin bizewicin. Ji bo vê jî destûra weliyê wê (jina duyem) pêwîst e. Da ku zilam û pîrekek bi awayekî rewa û meşrû, bikaribin bi hev re xweş bibin (razên) şertekî wê bi tenê heye. Ew jî nîkah e. Dema li gorî qayde û rêbazên munasib be, meriv dikare bi pîrekeke din re bizewice. Ji aliyê dînî ve, destûr ji we re hatiye dayin û mafê we ji bo vê heye.