Fetwayen Kurdi
Da ku ez diya xwe razî bikim, ma divê ez bi yekî bê dilê xwe re bizewicim?

Da ku ez diya xwe razî bikim, ma divê ez bi yekî bê dilê xwe re bizewicim?

Pirs: Di Îslamê de mijara mafê dayikê, ez baş dizanim, herçiqas dê zilmê bike jî divê meriv pê re bi başî tevbigere. Ez ji diya xwe pir hez dikim û dixwazim di her tiştî de wê razî bikim. Lê belê diya min dixwaze bi yekî ku ez jê hez nakim re ez bizewicim. Dibêje ku tu pê re nezewicî, ez ji te razî nabim. Divê ez çi bikim, digel ku ez jê hez nakim jî da ku ez diya xwe razî bikim, ma divê ez pê re bizewicim? Gelo mafekî diya min î wiha heye?

Bersiv: Dînî me, îhtimam daye mafê dê û bav û de girîngiyeke mezin daye mijara nihêrtin û parastina wan. Di gelek ayetan de fermana îhsana bi dê û bav hatiye kirin. Îhsan jî bi mena“tevgera baş û xweş e”. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Perwerdigarê te ferman kiriye ku hûn, bi tenê ji Wî re îbadetê bikin û bi dê û bavê xwe qenciyê bikin. Vêca eger yek ji wan an jî herdu li cem te kal bibin; ji wan re nebêje “Of” û guhnedêriya wan neke û ji bo wan gotineke xweş û germ bibêje.

Wan bixe bin perê dilovaniya xwe û bibêje: Xwedayê min! Çawa ku wan di zarokantiya min de bi dilovanî ez xwedî kirim, Tu jî li wan dilovaniya xwe bike!

Perwerdigarê we, bi ya ku di dilên we de ye, baş dizane. Eger hûn qenc bin, bizanin ku Xwedê, ji bo yên ku rûyê xwe ji xerabiyan vedigerînin û berê xwe didin tobê, pir bexşîner e.”[1]

Me li însan ferman kir ku ji dê û bavê xwe re baş bin. Lewra dayika wî, bi çi zor û zehmetiyan ew di zikê xwe de hilgirtiye. Bişîrvekirina wî jî du salan dewam dike. Me li însan ferman kir ku: Hem şêkiriya Min, hem jî şêkiriya dê û bavên xwe bikin. Veger, tenê bi bal Min ve ye.

Eger ew zorê bidin te, da ku di heqê ya zanîna te pê tune ye, tu ji Min re bikî hevpişk, bi gotina wan meke! Li dinyayê bi wan re xweş derbas bike. Bide rêya kesê ku berê xwe daye Min. Paşê vegera we bes bi bal Min ve ye. Wê çaxê ya ku we dikir, Ez ê we pê agahdar bikim.”[2]

Îhsan/tevgera bi qencî ya ku di van ayetan de derbas dibe, divê meriv bi îtaeta çavgirtî re tevlihev meke. Mafê diya we, ku hûn bi yekî jê hez nakin re bizewicin, tune ye. Di vê mijarê de herî zêde, dikare li we şîret bike. Ji ber, a ku dê jiyanekê bi yê dizewice re derbas bike, hûn in, di vê meseleyê de biryardayin jî ya we ye. Divê hûn, bê ku dilê diya xwe bişikînin bi awayekî zelal jê re rave bikin û bi şeklê ku hûn dilê wê jî xweş bikin, meseleyê çareser bikin.



[1] Îsra, 17/23-25.

[2] Loqman, 31/14-15.