Fetwayen Kurdi
Gelo meriv dikare bi rêya krêdiya bankê, xanî bikire?

Gelo meriv dikare bi rêya krêdiya bankê, xanî bikire?

Pirs: Gelo ez dikarim bi rêya krêdiyê bibim xwedî mal? Min ji çend seydayan pirsî, gotin ji ber ku mecbûriyet e tu dikarî bi rêya krêdiyê xanî bikirî. Lê belê dilê min nerihet e. Ji vê bonê min xwest ku ez ji we jî bipirsim. Ma hûn nabêjin çi?

Bersiv: Krêdî, bi mena deynê bi faîz e. Faîz jî yek ji qedexeyên dînê Îslamê yê herî giran e. Kesê ji aliyê madî ve tu hewcedariya wî tune be, jixwe bê sedem bi faîzê xwe naxe tengasiyan! Ya esas û bingehîn ku meriv di demên tengasî û zor û zehmetiyan de xwe ji faîzê dûr bigire. Ji vê bonê ye ku dilê we ne aram e. Pêxember (s.a.w) di axaftina xwe ya bi Wabise re (x.j.q) vê pîvanê wiha diyar dike:

“Wabise! Ji nefsa xwe bipirs, bi dilê xwe bişêwir (“إِسْتَفْتِ قَلْبَكَ/îsteftî qelbek”)! Başî, ya ku nefs û qelb pê aram dibe. Guneh jî ya ku dilê meriv pê nerihet e û dibe sedemê dudiliyê. Herçiqas însanan ji te re fetwa dabe û ya ku te kiriye rast dîtibin jî.”[1]



[1] Sunenî Darimî, Buyu‘, 2; Ehmed kurê Henbel, Musned, 4/228.