Fetwayen Kurdi
Bi duayên di dema nîşaniyê de nîkah tê birin?

Bi duayên di dema nîşaniyê de nîkah tê birin?

Pirs: Di nîşaniya me de mezinê malbatê dua kir û her kesî jî ew dua bihîst. Gelo ev dua, dikeve şûna nîkahê?

Bersiv: Di dema nîşaniyê de bi kirina duayên xêrê, nîkah nayê birîn. Lewra nîşan, îbaret e ji soz û peymana du kesên ku di navbera wan de ji aliyê dînî ve tu mehzûrek tune ye, ku dê bi hev re bizewicin. Nîşanî, amadekarî ye ji bo zewacê û da ku endamên zewacê di hundirê sînorên meşrû de hevdu nas bikin.

Nîşanî, çawa ku bi mena birîna nîkahê nayê, her wiha ji aliyê mehremiyetê ve jî -heta nîkaheke sehîh neyê birîn-, di navbera herdu aliyan de tu guhartin dernakeve holê. Ji vê bonê zilam û pîrekên bi nîşanî, divê ji helwestên – mîna ku mêr û jinên hev bin û li hember hev rihet bin-, xwe dûr bigirin.

Ji bo agahiyên berfirehtir di derbarê mijarê de ji kerema xwe serî li lînka jêr bidin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/nisanlilarin-nikahi.html