Fetwayen Kurdi

Ma agahiya ku zarokên xwişkê nabin wêris rast e?

Pirs: Pîreka ku zarok, hevser, dayik û bavê wê tunene dema wefat bike, ma zarokên xwişka wê ya ku berê miriye nabin wêrisê xaltîka xwe? Ma bi tenê zarokên birayên ku berê mirine dibin mîratgirên wê?  

Bersiv: Li gorî hukmên mîratê yên ku di Qur’anê de derbas dibin û li gorî tetbîqat û pratîkên Pêxember (s.a.w), di navbera wêrisiya mêr û jinan de tu cudahî tuneye. Ferqa di navbera wan de bi tenê di meseleya jêreya ku ji mîratê digrin de di hin rewşan de tê dîtin.

Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ji mîrateya ku dê û bav û lêziman li pey xwe hiştine, ji mêran re parek heye. Ji jinan re jî, ji mîrateya ku dê û bav û lêziman li pey xwe hiştine parek heye. (Mîrata ku li pey xwe hiştine) çi hindik çi pir dibe.” (Nîsa, 4/7).

Ji ber vê yekê, çawa ku zarokên birayan dibin wêris, zarokên xwişkan jî dibin wêris. Lê belê di rêjeya hisseyên/parên ku digrin de cudahî heye. Lewra di teqsîma mîratê di navbera xwişk û birayên ji dê û zarokên keç û law yên xwişkan de, jin û mêr bi wekhevî parê digrin (bnr: Nîsa, 4/12). Lê belê xwişk û birayên ku ji dê û bavekî ne yan jî bi tenê ji bavekî ne û zarokên keç û law ji birayên ku ji bavekî ne, di dabeşkirina mîratê di navbera wan de mêr bi qasî para du keçan digrin. (bnr: Nîsa, 4/176).

Her çiqas di fiqhê de pratîkeke bi vî awayî “zarokên xwişkan nabin wêris an jî herî dawî dibin wêris” hebe jî, ji Qur’an û Sunnetê tu delîleke vê pratîkê tuneye. Tê fêhmê ku ev di dîroka Îslamê de bi bandora hin bûyer û gengeşiyên sîyasî derketiye holê.