Fetwayen Kurdi
Kesê jiyana xwe di rêya Xwedê de borandibe, ma di sekratê de bê îman diçe?

Kesê jiyana xwe di rêya Xwedê de borandibe, ma di sekratê de bê îman diçe?

Pirs: Eger meriv îbadetên xwe yên rojane bike û xwe ji gunehan biparêze, gelo di gava mirinê de îhtimala windakirina îmanê heye?

Bersiv: Gava em li ayetên Qur’anê biponijên diyar dibe ku Xwedê Teala kesên kafir[1], fasiq[2], zalim[3], derewkar û nankoran[4], derewkarên ji serxwe çûne[5] û kesên ku bi ayetên Wî baweriyê nayînin[6], nayêne rêya rast, wan rasterê nake. Lewra wan, rêya delalet û şaşîtiyê hilbijartine. Ji lewre Xwedê jî wan di delaletê de dihêle.

Lê belê diyar kiriye ku kesên berê xwe dane Xwedê[7], ên ku li qayiliya Wî digerin[8] û yên di rêya Wî de cehd û xebatê dikin[9], dê wan hidayet bike û gotiye ku “Kî, xwe bi Xwedê bigire, teqez ew bi ser rêya rast ve bûye[10] Lewra wan kesan, hîdayet hilbijartine û di ser de jî cehd û xebata lazim pêk anîne. Ji ber vê yekê Xwedê jî ew rasterê kirine.

Eger hûn hewl bidin, mîna ku Xwedê xwestiye bijîn, dê Xwedê, di nefesa dawî de digel we be û baweriyê we winda nabe. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Bêguman ew ên ku bawerî anîne û karên rind kirine, bi awayê pêdivî nimêj kirine û zekat dane, ji wan re li nik Perwerdegarê wan xelata wan heye. Ne tirs li ser wan heye, ne jî ew xemgîn dibin.”[11]

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/olum-aninda-seytan-insana-allahi-inkar-etmesini-mi-telkin-ediyor.html



[1] Beqere, 2/264; Maîde, 5/67; Tewbe, 9/37; Nehl, 16/107.

[2] Maîde, 5/108; Tewbe, 9/24, 80; Seff, 61/5; Munafiqûn, 63/6.

[3] Beqere, 2/258; Alî Îmran, 3/86; Maîde, 5/51; En’am, 6/144; Tewbe, 9/19, 109; Qesqs, 28/50; Ehqaf, 46/10; Seff, 61/7; Cum‘e, 62/5.

[4] Zumer, 39/3.

[5] Mu’min, 40/28.

[6] Nehl, 16/104.

[7] Re‘d, 13/27; Şûra, 42/13.

[8] Maîde, 5/16.

[9] ‘Enkebût, 29/69.

[10] Alî Îmran, 3/101.

[11] Beqere, 2/277.