Fetwayen Kurdi
Ma di sekratê de pelîd tê ku îmana meriv bistîne?

Ma di sekratê de pelîd tê ku îmana meriv bistîne?

Pirs: Seyda, gelo di ber mirinê de şeytan tê ku îmana meriv bibe? Di sekratê de digel têkoşîna bi serxweşî û zehmetiyên mirinê re ma meriv dê bi pelîd re jî mijûl bibe? An jî ev xurafeyeke ku terîqetan avêtine holê?

Bersiv: Ev bawerî, dereweke mezin e ku ji aliyê terîqetan ve hatiye derxistin. Ew, bi rêya vê derewê, hewl didin ku şêxê xwe pîroz û wan wekî rizgarker nîşan bidin.

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/olum-aninda-seytan-insana-allahi-inkar-etmesini-mi-telkin-ediyor.html

Xwedê Teala di bara bawermendan de wiha ferman dike:

Bêguman ew ên ku dibêjin: ‘Perwerdegarê me Xwedê ye’, paşê xwe rast û durist jî dikin; firîşte bi ser wan de tên û ji wan re dibêjin: ‘Metirsin, xemgîn mebin û bi wê bihişta ku soza wê ji we re hatiye dayin, dilşad bibin!’

Em li jiyana dinyayê û li axretê jî dost û piştgirên we ne, di bihiştê de tiştê ku dilê we bibijiyê û ya ku hûn bivên, ji bo we heye.

Ev, qedirgirtin û mazûvaniyeke ji cem Xwedayê ku gunehjêbir e, dilovîn e.

Erê ma gotina kê ji ya wî kesê ku xelkê gazî bal Xwedê ve dike, kar û kiryarên qenc dike û dibêjê: ‘Bêguman ez ji muslumanan im’, spehîtir e?[1]

Mîna ku diyar bû kesên baweriyê bînin, kar û barên rast û durist bikin, firîşte dê piştgiriya wan bikin û dê bibin dost û alîkarên wan. Evan kesên han, di sekratê de dê rastî xetera ku wê îmana xwe winda bikin jî neyên.

Di heqê kesên rêwinda û ji rêderketî de jî wiha hatiye fermankirin:

Ma ji wî kesê ku li ser (navê) Xwedê derewan lêtîne yan jî -digel ku jê re peyxam nehatiye- bibêje: ‘Peyxam, ji min re ji cem Xwedê hatiye’ û ji wî kesê ku dibêje: ‘Çawa ku Xwedê ayet şandine, ez ê jî ayetan bişînim’, stemkartir kî heye?! Xwezî te halê wan stemkaran bidîta, dema ew bikevin ber serxweşiyên mirinê û firîşteyên (rihstên) penceyên xwe dirêjî wan bikin û ji wan re bibêjin: ‘De heydê canê (rihê) xwe derînin.’ Îro, bi sedema ku we îftira li Xwedê dikir û we xwe li hember ayetên Wî mezin dikir, hûn ê bi ezabê riswatiyê bêne celatkirin.

Sond be! Ka çawa Me, cara pêşîn hûn afirandin, dîsa hûn ê wisa bi tenê bi bal me ve bên. Hûn ê malê ku Me li cîhanê dabû we li dûv xwe bihêlin. Ka ew mehdervanên ku we guman dikir ku ew ê hevaltiya we bikin, li ku ne?! Sond be, pêwendiya di navbera we û wan de ji binî ve qut bû û ew ên ku we hêviya xwe bi wan ve girêdabû ji ber we winda bûn.[2]

Hûn dikarin bersiveke me ya din jî ji navnîşana jêr bixwînin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1796



[1] Fussîlet, 41/30-33.

[2] En‘am, 6/93-94.